Li Bordeaûx û Stûttgartê tecrîd protesto kirin

Tevgera Ciwanên Kurd TCŞ li bajarê Bordeaûx a Fransa li gel bajarê Stûttgart ê Elmanyayê bi çalakiyên kirin, tecrîd protesto kirin.

Ciwan li Bordeaûxê saet 18:30’î bi dirûşma ‘Na ji tecrîd, faşîzim û dagirkeriyê re; Bi hev re serhildan’ li hev kom bûn û çalakiyek kirin. Di çalakiyê de pankartên bi nivîsên ‘Ji Ocalan re azadî’, ‘Qirkirina Şengal Rawestînin’ û dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bi Hev Re Serhildan’  û ‘Qatil Erdogan’ qîrkirin.

Di çalakiyê de daxuyaniyek hate dayîn û ev hate gotin: “Parastina nirxên ku bi xwîna şehîdan hatiye bidestxistin, erka her Kurdekî bi şeref e. Heta Rêber Apo û Kurdistan azad nebe divê tu ciwanên Kurd li cihê xwe rehet nerûne.”

STÛTTGART

Li bajarê Stûttgart a Elmanyayê jî tecrîd û êrîşkariya PDK’ê hatin protestokirin.

Di saetên şevê de ciwan li Lûdwîgsbûrgê hatin ba hev û rê li trafîkê girt û pankartek ku PDK’ê şermezar bike vekirin.

Çalakî bi dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Bi Hev Re Serhildan’ bi dawî bû.