Li Bîlbaoyê Kurdan Newroz pîroz kir

Li paytexta Bask Bîlbaoyê Kurdistanî li navenda bajar kom bûn û cejna Newrozê pîroz kirin.

Gelê Kurd li her çar aliyên cîhanê cejna xwe ya dîrokî Newrozê bi coşeke mezin pîroz dikin.

Kurdistaniyên li bajarê Bîlbao ya ku paytaxtê Baskê ye bi pêşengiya Platforma Piştgiriya Gelê Kurd li navenda bajar hatin gel hev û bi merasîmekê Newroz pîroz kirin.

Kurdistaniyan cihê pîrozbahiyê bi wêneyên mezin ên têkoşerên jin ên di rêya azadiya Kurdistanê de şehîd bûne û pankart û wêneyên têkoşerên jin ên cîhanê ve xemilandibûn.

Li wir Kurdistaniyan li ber stranan govend gerandin.

Hêjayê gotinê ye ku welatiyên Bîblaoyî ku derbas dibin, bi baldarî li merasîma pîrozbahiya Kurdistaniyan temaşe dikin.