Li Bîelefeldê Kurdistanî ji bo Rêberê Gelê Kurd li qadan bû
Kurdistaniyên dixwazin agahiyek di derbarê rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de bigrin, li bajarê Bîelefeld a Elmanyayê çalakiyên xwe berdewam dikin.
Kurdistaniyên dixwazin agahiyek di derbarê rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de bigrin, li bajarê Bîelefeld a Elmanyayê çalakiyên xwe berdewam dikin.
Li Bîelefeldê bi banga NCDK’ê Kurdistanî di seat 16:00’an de li pêşiya Bîelefeld Haûtbanhofê kombûyîn, mitîngek lidar xistin. Di mitîngê de siyasetmedarê Kurd Osman Ergîn û li ser navê NAV-YEK Şerzat Şêr axaftin kirin. Engîn di axaftinên xwe de teqez kir ku ev 22 sale Ocalan ê ku xeta sor ê gelê Kurd ji aliyê dewleta Tirk a mêtînger ve di bin tecrîdeke giran de ye û got, “Rêber Apo divê tavilê bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê pêk bîne.”
Di axaftinan de bang li CPT û saziyên navneteweyî hate kirin ku xwedî li erka xwe derbikevin.
Çalakiya ku bi berzkirina dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Katîl Erdogan”, “Bê Serok jiyan nabe” dom kirî, bi banga tevlîbûna meşa Newrozê ya li Dusseldorfê bi dawî bû.