Li Bernê ji bo ronîkirina sedemê mirina Sezgîn Dag çalakî

Li paytexta Swîsre Bernê gelek rêxistin ji bo bertekê nîşanî mirina gaziyê Pirsûsê Sezgîn Dag bidin li pêşiya Navenda Serlêdana Penaberiyê (SEM) çalakiyek lidar xistin.

Bi dehan rêxistinên ku di nava wan de ÎGÎF, SKB, FEDA, CDK-S, SYKP, ÎTÎF, ROTA, Mîgrantîs Selbtorganîsation, ÎHDD, Lînke PoC/ Mîgrantîfa, PangeaKolektîf, Mîgrant Soldîarîty Network, Eniya Şoreşger, Kolektîfa Sor a Mor, ATÎK, KKP û Kûtusch jî cihgirtin piştgirî dan.

Sala 2015’an Sezgîn Dag yek ji aktîvîstên ku ji taxa Gazî ji bo tevlî ji nûve înşakirina Kobanê bibe ketibû ser rê roja 20’ê Tîrmehê di êrîşa çeteyên DAÎŞ’ê yên girêdayî dewleta Tirk ya li Pirsûsê pêkanîbû de bi giranî birîndar bûbû.

Dag ê ku di laşê wî de parçe hebûn û pirsgirêkên cidî dijiya ji bo tedaviyê hate Swîsreyê û li wê derê serdana penahxwaziyê kiribû û wî şandibûn cihê penaberan ya li navçeya Lysse.

Roja 13’ê Mijdarê Dag dema nexweş ketibû diçe nexweşxaneyê, lê wan ji wî re dibêjin ku “tiştek te nîne” û carekî din wî vedigerînin kampa ku lê dima. Dag heman rojê krîza dil derbas dike û jiyana xwe ji dest dide.

Di çalakiya li pêşiya SEM’ê hatî kirin de gelek kesimên cuda û yên demokrat tevlî bûbûn û dovîzên ku li ser wan hatibû nivîsandin “Canê penaberekê ji ambûlansekê erzantir e” û “Bombeyên çeteyên DAÎŞ’ê Sezgîn Dag ne kuşt, lê bê xemiya we wî kuşt” hatin hilgirtin.

Li gorî daxuyaniya hevbeş ya li ser navê saziyan hate dayîn Sezgîn Dag ku li Tirkiyê endamê ESP û HDP’ê bû û li Îsveçê endamê ÎGÎF’ê bû. Dag ji ber pirsgirêka xwe ya tendirustiyê û ji ber ku li Tirkiyê derbarê wî de ceza girtîgehê ya teqezbûyî hatibû dayîn penaberê Swîsre bûbû û li wê derê ji bo jiyan û tendirustiya xwe daxwaza muameleyek guncav kiribû.

Di daxuyaniyê de ev hatibû gotin: “Di vê bûyera bi êş ya 13’ê Mijdarê de qewimî de li hemberî çi bê xemiya berpirsên kampa penaberan çi jî bê xwemiya nexweşxaneya ku serî lêdabû fikarên cidî hene. Dag’ê ku nexweş ket li şûna ambûlansê gazî taksiyê kirin û ew bi taksiyê rakirin nexweşxaneyê, ku ew yek ji bo wê mînakek e.”

Di daxuyaniyê de bang hatekirin ku mirina Sezgîn Dag were zelalkirin û ji berpirsan jî li pêşberê huqûqê hesab bê pirsîn.

Gaziyê Pirsûsê Guneş Erzrûmlûoglû jî axaftinek kir û daxwaza ronîkirina mirinê kir û dosya ku derbarê mirina Dag hatibû amadekirin ji aliyê heyetekê we radestê berpirsên SEM’ê hat kirin.

Berpirsê SEM’ê diyar kir ku ew bûyerê dişopînin û derbarê bêxemiya hatîkirin de lêpirsîna wan didome.

Çalakî piştî hevdîtinê bi dirûşmên “Ji Pirsûsê re edalet, Ji Sezgîn re edalet” û “Heval Sezgîn nemir e” bi dawî bû.