Li Berlînê îro pêşangeha ji portreyê Abdullah Ocalan tê vekirin

Li Berlînê îro pêşangeha hunermend Alî Zulfîkar a bi mijara ‘reflexion’ ku tê de portreyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan cih digire, tê vekirin.

Di pêşangeha Hunermend Alî Zulfîkar a bi navê ‘Qêrîna Azadiyê’ ya bi mijara ‘reflexion’ hatiye amadekirin, tê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan cih digire. Pêşangeh wê îşev saet di 19:00’an de li Junge Welt Maigalerie, Torstraße 6 bê vekirin. 

Di pêşangehê de ku 40 berhemên hunermend Alî zulfîkar ên bi mijara ‘Reflexion’ tê ba hev, di gel portreyên hawirparêz Greta Thunberg, siyasetmedarên Girtî Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş wê portreyên Antonii Gramsci, Rosa Luxemburg, Nelson Mandela û Che Guevara jî yên ji ber nêrînên xwe yên siyasî li gelemperiya cîhanê bûne hedef, werin nîşandan.

Lê belê cara ewil e portreyeke mezin a Abdullah Ocalan bi navê "Qîrîna Azadiyê" tê nîşandan. Di vê xebatê de portreya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ser dareke mezin bi teknîka rengî hatiye amadekirin.

Hunermend Alî Zulfîkar, diyar kir ku armanca wî bi berhemên xwe balê bikişîne ser tecrîda li dijî Abdullah Ocalan û erkên saziyên navneteweyî û got, “Min ev berhem bi armanca ku balê bikşînîm ser şert û mercên tecrîda li ser Abdullah Ocalan û pêdiviya pêkanîna aşitiya di navbera gelan de, amade kir.’’

Beriya vekirina pêşangehê, di navbera 1'ê Cotmehê-11'ê Cotmehê de portreya Abdullah Ocalan li bîlboardên mezin ên li deverên cuda yên navenda bajarê Berlînê hate bicihkirin.

Her wiha di vekirina pêşangehê de wê pisporê hiqûqa navneteweyî Prof. Dr Norman Paech pêwendiya huner û hiqûqa giştî binirxîne. Nirxandin û pêşkêşkirina xebatan dê ji aliyê kuratora hunerê Petra Loschert ve bê kirin.

Pêşangeh wê di nava hefteyê de li Junge Welt Maigalerie, Torstraße 6, heta 14'ê Cotmehê roja Çarşem, Pêncşem û Înê ji hezkiriyên hunerê re vekirî be.