Li Basel û Lavrîonê qetlîamên meha Kanûnê hate şermezarkirin
Li Basela Swîsreyê û li Lavrîona Yewnanistanê cangoriyên qetlîama Mereş û 19’ê Kanûnê hatin bibîranîn.
Li Basela Swîsreyê û li Lavrîona Yewnanistanê cangoriyên qetlîama Mereş û 19’ê Kanûnê hatin bibîranîn.
BASEL
Cangoriyên qetlîama 19’ê Kanûnê, Mereş û Roboskiyê hatin bibîranîn. Çalakî li qada Claraplatzê hate lidarxistin. Ji bo cangoriyên qetlîamê rêz hate girtin
Di çalakiyê de sînevîzyona li ser qetlîaman hate nîşandan. Siyasetmedar Demîr Çelîk li vê derê aixivî û diyar kir ku dewleta Tirk qetlîamên xwe îro jî didomîne.
LAVRÎON
Li navçeya Lavrîonê ya Atînaya Yewnanistanê cangoriyên qetlîama Mereş û 19’ê Kanûnê hatin bibîranîn.
Li kampa penaberan a Lavrîonê bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger di şexsê Delîl Sîpan (Îbrahîm Tek), Elîşêr Xelikan û Taybet Înan de şehîdên têkoşîna azadiyê hatin bibîranîn.
Li baxçeyê kampê alayên PKK’ê û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî hatin daliqandin. Derbarê qetlîama di 19’ê Kanûnê de ya ku dewleta Tirk di heman wextê de girtibû ser 20 girtîgehan, sînevîzyonek hate nîşandan.