Li Aarû’yê bîranîna Mereş û Roboskî

Yên di komkujiyên ku rejîma Tirk li Mereş û Roboskiyê pêkanîbû de jiyana xwe ji dest danî li bajarê Aarû ya Swîsê bi çalakiyekê hatin bîranîn.

Li ser bangewaziya Meclîsa Jinan a Rojbîn li qada Bahnhofplatz’ê çalakiyek hat lidarxistin. Di çalakiyê de pankart û dovîzên ku li ser hatibûn nivîsandin “Em yên me ji Mereş heya Roboskiyê qetilkirî nasdikîn, me ji bîr nekirî” û “Leyla Guven rûmeta me ye” hatin hilgirtin.

Çalakî bi deqeyek rêzgirtina ji bo bîranîna kesên di komkujiyan de jiyana xwe ji destdanî destpêkir. Di çalakiyê de bi berdewamî li dijî êrîşên qirker yên li ser vîna gelê Kurd û komkujiyên rejîma Tirk drûşm hatin berzkirin.

Çalakvankî Meclîsa Jinan a Rojbîn axivî û got: “Fazşîma dewleta Tirk yê ku duh li Mereş û Roboskiyê êrîşî gelê Kurd kir, îro bi êrîşkirina li ser vîna gelê Kurd armanc dike ku ruhê berxwedêr a gelê Kurd tunebike. Emê li hemberî wan êrîşên di serî de li ser Leyla Guven, li ser têkoşîna jin û vîna gelê Kurd li qadan dimînin.”

Hevserokê Civaka Kurd a Swîsê (CDK-S) Elî Şîmşek jî diyarkir: “Faşîzma dewleta Tirk ya xwe dispêre komkujiya di serî de Kurd û Elevî, gelên xwdî dîrok li Mereş û Roboskiyê li ber çavê hemû cîhanê rûyê xwe yê komkujger nîşan da. Dîsa îro faşîzma Tirk ku vîna gelê Kurd kiriye armanc bi girtina Leyla Guven re armanckiriye ku vîna gelê Kurd bişkîne.”

Şîmşek axaftina xwe doman û got: “Wê têkoşîna me ya mafdar û rewa ya li hemberî êrîşên qirker û komkuj ên bêyî ku bêje jine, zaroke li hemeber gelê Kurd û vîna wê pêktîne bidome. Li her cihê ku lê ne em ê rûyê komkuj ê dewleta Tirk teşhîr bikîn.”