Li Îtalyayê şervanê enternasyonalîst Têkoşer Piling hat bîranîn
Şervanê enternasyonalîst Lorenzo Orsettî (Têkoşer Piling) yê li Rojava di berxwedaniya li dijî çeteyên DAÎŞ’ê de şehîd bûbû, li bajarên Floransa, Roma û Barî yên Îtalyayê hat bîranîn.
Şervanê enternasyonalîst Lorenzo Orsettî (Têkoşer Piling) yê li Rojava di berxwedaniya li dijî çeteyên DAÎŞ’ê de şehîd bûbû, li bajarên Floransa, Roma û Barî yên Îtalyayê hat bîranîn.
ROMA
Şervanê YPG’ê yê enternasyonalîst Lorenzo Orsettî di salvegera şehadeta xwe de li Îtalyayê hat bîranîn.
FLORANSA
li bajarê Floransayê merasîma bîranînê li ser gora şehîd pêk hat. Merasîma ku bi tevlîbûna di serî de dayîk û bavê Orsettî û Îtalyayiyan pêk hat bi deqîqeyek rêzgirtinê ve dest pê kir. Di merasîmê de dayîk û bav û hevalên wî axaftin kirin. Piştre navê Lorenzo Orsettî li abîdeya ku Şaredaiya Floransayê li parkekê çêkiribû hate dayîn.
Merasîm bi dirûşmeya “Şehîd namirin” bi dawî bû.
ROMA
Merasîma li paytexta Îtalya Romayê jî li meydana Îstasyona Metroyê ya Basîlîca San Poalo hat lidarxistin. Li Romayê şervanên enternasyonalîst Lorenzo Orsettî û Anna Cambelle hatin bîranîn.
Wêneyên her du şehîdan li ser dîwarekê ya li wir hat xêzkirin û piştre merasîmê dest pê kir.
Di merasîmê de gelek pankart û al hatibûn hilgirtin û li ser navê hevrêyên wî yên şer û Komîteya Kurdan axaftin hatin pêşkêşkirin.
Di axaftinan de hat gotin ku divê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were rakirin û demildest bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê pêk bîne.
BARÎ
Merasîma bîranînê ya li bajarê Bariyê jî bi tevlîbûna hevbeş ya Kurdistanî û Îtalyayiyan pêk hat. Şervanê enternasyonalîst Orsettî bi pêşkêşkirina axaftinên Îtalyayiyan û endamên Rete Kurdistan ve hat bîranîn.