BI DÎMEN

Li Îngiltere daxwaza azadiya Abdullah Ocalan hat kirin

Parêzvana mafê mirovan parêzer Margaret Owen ê tevlî çalakiya li ber parlamentoya Îngiltereyê bû, axivî û got: “Tekane hêvîya min ew e berî mirina xwe bibînim ku Abdullah Ocalan azad e û gelê Kurd di nav aşitiyê de dijî."

Li Îngiltereyê bi boneya salvegera pêngava "Ji Abdullah Oclan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî" û Komploya Navneteweyî li pêşiya parlamentoyê mîtîng hat lidarxistin.Kurdistanî berî mitîngê beşdarî roja sêyemîn a “Meşa Dirêj” bûn ku Tevgera Şoreşa Ciwanan bi boneya silavkirina pêngavê dabû destpêkirin. Gelek kes tevlî meşa ku li herêma Tottenham Court dest pê kir bûn û pankartên der barê azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pêngavê de hildan. Di tevahiya meşê de bêyî navber dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Free Ocalan”, “Bijî gerîla”, “Duhî Mandela Îro Ocalan”, “Bimire faşîzm” û “Bê Serok jiyan nabe” hatin berzkirin.

Girseyê bi tîlîlî û çepikan meşa xwe doman û ji hoparloran stranên ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Gerîlayên Azadiya Kurdistanê hatine nivîsîn guhdar kirin. Meş rastî eleqeyeke mezin hat û gelek danezan hatin belavkirin.

EM Ê TECRÎDA MUTLAQ BIŞKÊNIN

Girse bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe”, “Jin, Jiyan, Azadî” û “Free Ocalan” gihîşt ber deriyê parlamentoyê. Ercan Akbal, bi şermezarkirina Komploya Navnetweyî ya 9'ê Cotmehê dest bi axaftina xwe kir û got: "Ev kompoloyeke nemerdî û dijminane bû. Rêber Apo bi paradîgmaya xwe modernîzma kapîtalîst ser û bin kir û îro bi milyonan mirov li ser şopa wî diçin. Em li Rojhilata Navîn aşîtî û azadiyê dixwazin û ji bo vê yekê jî li dor fikrên rêber Apo kom dibin. Tecrîda mutlaq dê têk biçe û Rêber Apo azad bibe."

Ji Desteya Meclîsa Karên Derve ya Gelê Kurd Egît Karataş jî axivî û wiha got: “Kesên ku li ber tecrîda li dijî Rêberê Gelê kurd Abdullah Ocalan bêdeng dimînin, hevparên Komploya 9'ê Cotmehê ne. Divê saziyên neteweyî û hikûmeta Îngiltereyê guh bidin dengê gelan û bi milyonan Kurdan."

PARADÎGMAYA AZADIYA JINAN

Parêzvana mafê mirovan parêzer Margaret Owenê jî axivî û ev tişt got: “Ew tekane Rêber e ku dibêje heta ku jin azad nebe civak azad nabe. Vê yekê esas digire û dibêje divê em ji pergala baviksalar xilas bibin. Abdullah Ocalan tevî ku ev 26 salan dîlgirtî ye, gelek hizr û ramanên biqîmet belav kirin û pirtûkên xizmeta mirovahiyê dikin nivîsîn. Loma divê pirtûkên wî li dibistanan bêne xwendin. Ji ber ku fikrên wî yên li ser pergala Konfederalîzma Demokratîk, têkoşîna jina azad û Jineolojiyê bêhempa ne."

BANGA JI BO PARTIYA KARKERAN: DIVÊ HÛN BÊDENG NEMÎNIN

Margaret Owenê, tecrîda mayînde ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wekî êşkenceyê bi nav kir û got: "Divê ji bo hemû girtiyan Qaîdeyên Nelson Mandela bên sepandin. Mixabin ev bi salan e CPT der barê Abdullah Ocalan de raporan belav nake. Ev nayê qebûlkirin."

Margaret Owenê, der barê Partiya Karkeran ya li ser desthilatdariyê jî wiha got: "Ez bêdengiya Partiya Karkeran ya li hemberî tecrîda li dijî Abdullah Ocalan fam nakim. Serokwezîr Keîr Stamer û Wezîrê Karên Derve Davîd Lammy di heman demê de hiqûqnas in û divê li hember vê bêedaletiyê bêdeng nemînin."

Di dawiya axaftina xwe de Margaret Owen, wiha got: “Tekane hêvîya min ew e berî mirina xwe bibînim ku Abdullah Ocalan azad e û gelê Kurd di nav aşitiyê de dijî."

‘DIVÊ EM JI BO GELÊ KURD DENGÊ XWE BILIND BIKIN’

Serokê Giştî Sendîkaya Zanîngeh û Kolejan (UCU) Maxine Loobyê bi bîr xist ku ew wekî sendîka namzedên pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” ne û wiha axivî: “Em wek sendîka ji paşeroja xwe ya li Îngiltereyê şanaz in. Em her tim li dijî zext û zilmê bûn. Bo nimûne em ji bo azadiya Nelson Mandela xebitîn û bi salana piştgiriya me ya ji bo gelê Filistînê didome. Îro jî divê em ji bo gelê Kurd dengê xwe bilind bikin ku li dijî DAÎŞ'ê têdikoşe û li Tirkiyeyê têkoşîna azadiyê dide.

Piştgiriya pêngavê di heman demê de bilindkirina dengê gelê Kurd e. Ev pêngav ne tenê ji bo azadiya kesekî ye, di şexsê Abdullah Ocalan da ji bo mafên mirovanî aşîtî û demokrasiya herêmê tê meşandin. Wek UCU em ê bibin palpişta vê pêngavê."

Ji Sendîkaya Xizmetên Giştî û Tîcarî (PCS) Austin Harvey jî wiha got: “Karê me yê sereke ew e ku em li kêleka gelê ku têkoşîna azadiyê dide bisekinin."

Piştî axaftinan ciwanan çalakiya xwe bi govendê domand û ji parlamentoyê heta Metroya Londrayê stran gotin û dirûşme berz kirin.