Kurd ji bo Guven li her deverê li ser piyan in

Kurdistaniyên li Ewropayê ji bo ku balê bikişînin ser Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ku çalakiya grevê birçîbûnê hatiye ber reşwa mirinê, daketin qadan.

Kurdistaniyên ku bi banga TJK-E û KCDK-E'yê daketin qadan bi çalakiyên ku kirin bal kişandin ser tecrîda girankirî a li ser Rêberê Gelê Kurd Adullah Ocalan û deng didin berxwedana Leyla Guven.

BERLÎN

Kurdistanî li ber HBF'ê hatin cem hev û posterên Ocalan û PKK'ê rakirin.

Kurdistaniyan bi dirûşmeyan gotin, ''Bijî berxwedana Leyla'', ''Bijî Serok Apo'', ''Leyla Rûmeta me ye,'', ''Mirovahî rabe li rûmeta xwe xwedî derkeve'' û li hundir û derveyî HBF'ê çalakî kirin.

Çalakgeran ji bo tevlêbûna çalakiya ku sibe wê li Hermanplatzê were kirin bang kirin.

BREMEN

Li Bremenê ya Elmanya jî Kurdistaniyan ji bo ku balê bikişînin ser berxwedana Guven û di greva birçîbûnê de hatiye ber sînorê mirinê çalakî kirin.

Kurdistanî li Bremen HBF'ê hatin cem hev, devê xwe bi banda reş girtin û çalakî kirin.

HANNOVER

Li Hannover a Elmanya jî bi heman daxwazên Kurdistanî bi banga Meclîsa Jinan a Ronahî hatin cem hev, li ber Stestona Trenê ya Navendî bal kişandin ser berxwedana Leyla.

HEILBORN

Kurdistanî li Heîlborn a Elmanya li gel nûnerên  MLPD'ê tecrîda li ser Ocalan şermezar kirin û li greva birçîbûnê ya Leyla Guven û girtiyên din xwedî derketin.

Di mîtîngê de ku di navbeyna saet 18.00 û 19.00'an de pêk hat berxwedana Guven hate slavkirin.

HAMBURG

Li Hambûrgê ya Elmanya jî Kurdistanî ji bo ku balê bikişînin ser grevên birçîbûnê ya bi pêşengiya Leyla Guven mîtînge kirin. Bang kirin ku her kes tevlî meşê bibe, ku sibe wê were kirin.

MANNHEIM

Li Manhemîm a Elmanyayê jî bi çalakiyekê greva birçîbûnê hate destnîşankirin.

Hevseroka KCD'ê Fatoş Goksungur di çalakiyê de axivVî û got, ''Rewşa Leyla Guven û hevalên wê hatiye ber rewşeke krîtîk. Bêyî ku bi derengî bikeve divê hemû welatparêzên me yên li Ewropayê û dostên me çalakiyan xurtir bikin. Divê em Ewropayê bihejînin, raya giştî çêbikin û tecrîdê bişikînin.''

KASSEL

Li Kassel a Elmanya jî ji bo desteka li grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî hate kirin. 

Di çalakiyê de wêneyên Guven hatin hildan û pankart hatin vekirin.

PARÎS

Li paytexta Fransayê Parîsê jî Kurdistanî û dostên wan çalakî kirin.
Di çalakiyê de ya li Gar de Nord'ê pankarta ''Ji Ocalan re azadî'', ''Em hemû Leyla Guven in'' hate vekirin.

Endamê Koordînasyona Eniya Çepe Danîelle Sîmonnet di çalakiyê de got, ''Nayê qebûlkirin ku medyaya Fransa û hikûmeta Fransa li ser vê mijarê bêdeng bimîne. Li bara vê rewşa giran divê saziyên têkildar gavek beryia gavekê tevbigerin.''

Her wiha nûnerên 7 partiyên siyasî yên Fransiz bi lezginî bi wezîrê karê derve Jean-Yves le Drîan re têkilî danîn. Tê payin ku Wezareta Karê Derve ya Fransiz daxuyaniyekê bide.

MARSÎLYA, BORDEAUX

Her wiha li Marsîlaya û Bordeuxê yên Fransayê jî bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger  ji bo ku balê bikişînin ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û grevên birîbûnê ya bi pêşengiya Leyla Guven çalakî hatin kirin.

LAVRÎO

Li Lavrîo ya Yewnanîstanê Kurdistaniyan meşek kirin. Bi sedan Kurdistanî tevlî meşê bûn, ya ku ji kampa Lavrîro dest pê kirî. Di meşê de posterên Ocalan, alayên PKK, KCK'ê û HPG'ê hatin hildan.

Bi dirûşmeyan berxwedana Leyla Guven û berxwedêrên greva birçîbûnê hatin slavkirin.

ZÜRİH

Li Zûrîyê ya Swîsreyê jî Kurdistanî û dostên wna bi banga KCDK-E û TJK-E'yê li meydana Staûffacher hatin cem hev, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin û destek dane berxwedana greva birçîbûnê ya Leyla Guven û hevalên wê.

Di çalakiyê de Meclîsa Jinan a Berîtan, pêkhateyên Pira biratiyê ya Zûrîch-Amedê jî hazir bûn.


BERN

Li Bernê ya Swîsreyê bi banga Komuna Jinan a Arîn Mîrkan û  Meclîsa Jinan Mizgîn li ber parlamentoya Bernê çalakiya 'Jinên rawestiyayî' kirin.

BASEL

Bi meşê ya bi pêşengiya ciwanên enternasyonalîst ên Swîsreyê û Tevgera Ciwanên Şoreşger tecîda girankirî ya li ser Ocalan hate şermezarkirin û desteka ji bo greva birçîbûna ya Leyla Guven û berxwedêrên greva birçîbûnê hate nîşandan.

LOZAN

Bi pêşengiya Meclîsa Jinan a Lajin, li qada Rîponne mîtîngek hat kirin. Di çalakiyê de hate gotin heta ku daxwaza Guven pêk neyê ew ê çalakiyan bikin.

SOLOTHURN

Li Solothûrnê jî bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger li stesyona navendî ya trenê çalakî hate kirin.

Di çalakiyê de hate gotin çalakiya Guven hatiye ber sînorê mirinê, û ji bo çalakiya ku sibe wê li Londonê were kirin, banga tevlêbûna li çalakiyê hat kirin.