Kurd li Den Haagê ji bo Guven rabûn ser lingan

Kurdên li Den Haagê bi dirûşma deng bidin ‘Leyla Guven’ daketin qadan.

Bi armanca balê bikişînin ser rewşa tenduristiyê ya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a ji bo şikandina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku ev 72 roj in di greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de ye Kurdên li Den Haagê daketin qadan.

Kurdistaniyên li bajarê Den Haag ê Hollandayê li ser banga lezgîn a KCDK-E û TJK-E’yê daketin qadan.

Bi dirûşmên ‘Daxwazên Leyla Guven daxwazên me ne’ saet 17:00’an li stasyona Trenê ya Navendê çalakiyek hate kirin.

Girseyê dirûşmên ‘Deng bide dengê Leyla Guven’, ‘Ji Ocalan re azadî’ û ‘Niha tecrîdê rakin’ qîr kirin.