Li Heldesheîmê Kurd di nava çalakiyan de ne

Li bajarê Heldesheîm ê Elmanyayê ji bo balê bikişînin ser berxwedana Leyla Guven çalakî hatin kirin.

Ji bo balê bikişînin ser rewşa tendursitiya krîtîk a Hevseroka KCD’ê û Parlementera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven a ji bo şikandina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev 72 roj e di greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de ye, Kurdistaniyên li bajarê Hîldesheîm ê Elmanyayê daketin qadan.

Li ser banga KDK-E û TJK-E’yê Kurd li bajarê Hîldesheîm ê Elmanyayê Kurdistanî ji bo balkişandina ser berxwedana Leyla Guven û tenduristiya wê çalakiyek hate kirin.

Di çalakiya li pêşiya Gra Trenê hate kirin dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Bijî Berxwedana Leyla Guven û Zindnan’ hate qîrkirin.

Wê sibe li pêşiya gara Hannoverê çalakî bê kirin.