Kurdistanî li Stûttgartê daketin qadan
Li bajarê Elmanya Stûttgartê Kurdistanî ji bo balê bikêşin li ser rewşa Leyla Guven meş û mîtîngek lidar xistin.
Li bajarê Elmanya Stûttgartê Kurdistanî ji bo balê bikêşin li ser rewşa Leyla Guven meş û mîtîngek lidar xistin.
Ji bo bal kişandina li ser çalakiyên grevê birçîbûnê yên ji bo şikandana tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ewlehî, tenduristî û azadiya Ocalan û pêvajoyak kritîk a ku Leyla Guven ev 72 roj e di greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger de ye çalakiyên protestoyê tê lidarxistin.
Kurdistaniyên li bajarê Elmanya yê Stûttgartê dikin li ser banga TJK-E û KCDK-E daketin qadan.
Meş li pêşiya Stûttgart HBF destpê kir û heta Schlasplatz ê dom kir. Girseya gel piştre dîsan hatin li pêşiya HBF’ê û mîtîngek lidarxist.
Di çalakiyê de belavok hatin belavkirin û hate gotin ku çalakiya Leyla Guven di pêvajoyek kirîtik de ye. Çalakî bi banga sibê beşdarbûna meş û mîtîngê bi dawî bû.