Dortmûnd jî ji bo Leyla Guven rabû ser lingan

Kurdistaniyên li bajarê Dortmûnd ê Elmanyayê dijîn, bal kişand ser rewşa krîtîk a Leyla Guven a di greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de ye.

Ji bo balê bikişînin ser rewşa tendursitiya krîtîk a Hevseroka KCD’ê û Parlementera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven a ji bo şikandina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev 72 roj e di greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de ye, Kurdistaniyên li bajarê Dortmûnd ê Elmanyayê daketin qadan.

Çalakiyên grevên biçîbûnê yên bi pêşengiya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven ji bo şikandina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibûn destpêkirin dewam dikin.

Kurdistaniyên li bajarê Dortmûnd ê Elmanyayê jî dijîn, ji bo bal kişandina ser greva birçîbûnê ya Leyla Guven çalakiyek kirin û tecrîd protesto kirin.