Konseya Ewropayê daxwaza azadiya Demîrtaş kir

Konseya Ewropayê piştî birayara Dadeha Mafê Mirovan a Ewropayê ya têkildarî Selahattîn Demîrtaş, carekî din daxwaza azadkirina Demîrtaş da.

Raportorên Meclîsa Parlementerên Konseya Ewropa (MPKE) a Tirkiye daxuyaniyek da û got: “Divê tavilê Selahattîn Demîrtaş ji girtîgehê bê azadkirin û demek kin de li nava civakekî demokratîk karên xwe yên siyasî pêk bîne.”

Raportorên MPKE’yê Thomas Hammarberg û Jahn Howell diyar kir ku Demîrtaş 4 sal in rehîn tê ragirtin û got: “Meclîsa me gelek caran aniye ziman ku cihê parlementeran ne girtîgeh parlementoye.

Azadbûna Selahatttîn Demîrtaş (…) wê îşaretek girîng û bihêz be ku Tirkiye rêz ji biryaraên DMME’yê re digire “

Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê roja Sêşemê daxuyaniyek da bû daxwaza azadiya Demîrtaş kiribû.