BI DÎMEN

Konfederasyona Sendîkayan a Galîçya: Abdullah Ocalan divê azad bibe

Konfederasyona Sendîkayan a Galîçya banga mezinkirina pêngavê kir. Konfederasyonê peyama “Abdullah Ocalan divê azad bibe” da.

PÊNGAVA AZADIYÊ

Yek ji pêşengên pêngava kûreyî ya ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatî destpêkirin, Konfederasyona Yekîtiya Sendîkayan a Galîçya (CÎG) bal kişand ser tecrîda mutlaq a li ser Rêberê Gelê Kurd û bang li saziyên navneteweyî kir ku bi berpirsyar tevbigerin.

CÎG a ku li herêma Galîçyayê kar û xebat dimeşîne, têkildarî pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ daxuyanî da. Endamên sendîkayê afîşên ku daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dikin, hildan. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku li Îmraliyê sîstema êşkenckar tê pêkanîn.

CÎG’ê ragihand ku pirsgirêka Kurd a ku li Tirkiyeyê çareser nabe, li herêmê bêistikrariya siyasî û şer diafirîne û got: “Ev yek rê li ber binpêkirina mafê sivîl û siyasî vedike, dibe sedem ku bi hezaran mirov jiyana xwe ji dest bidin, dibe sedemê dagirkerî, nîjadperestî, zexta li ser jinan, mêtingeriya ekonomîk û hilweşîna jîngehê.”

Di daxuyaniyê de hate bilêvkirin ku şert û mercên ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têde tê ragirtin, peymanên li dijî êşkenceyê binpê dike û ev bang hate kirin: “Em bang li Sekreteriya Giştî ya Konseya Ewropayê, Komîteya Pêşîgirtina li Ceza yan jî muameleya Biçûkxistinê û Dermirovî û Êşkenceyê ya Ewropayê, Komîseriya Mafên Mirovan a Konseya Ewropayê, Komîteya Wezîran, Komîteya Mafên Mirovan a NY’ê û saziyên peywendîdar dikin ku ji bo astengkirina muameleya xirab û êşkenceyê tedbîrên pêwîst bigirin, destûr bê dayîn ku Abdullah Ocalan bi parêzer û malbata xwe re hevdîtinê bike û derfet bê dayîn ku ji bo pirsgirêka Kurd bi rengekî adil û demokratîk çareser bibe, bi rola xwe rabe.”

Piştî daxuyaniyê, endam û rêveberên konfederasyonê dirûşmeya “Ji Abdullah Ocalan re azadî” berz kirin.