KON MED: Dilê me bi gelê Elman re ye

KON MED’ê daxuyaniyek da û êrîşa ku 9’ê Adarê li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê pêk hatî, şermezar kir.

Konfederasyona Civakên Kurdistaniyên li Elmanyayê (KON MED) têkildarî êrîşa ku 9’ê Adarê li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê li dijî Dêra “Şehîdên Yehova” pêk hat, daxuyaniyek da.

Daxuyaniya KON MED’ê wiha ye:

“Li gorî agahiyên ku me bi dest xistine 7 kesan jiyana xwe ji dest dane û 7 kes jî birîndar bûne. Em kiryarê vê êrîşê ji ku derê dibe bila bibe, bi tundî şermezar dikin.

Em gelê Kurd, li hemberî êrîşên DAÎŞ’ê û dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê heta li Ewropayê jî weke gel, dilê me bi gelê Elman re ye. Gelê Kurd bi salan e li dijî terorê têdikoşe. Divê em bi hev re li dijî van êrîşên terorê têbikoşin.

Weke gelê ku bi salan e mexdûrên van êrîşan in em êşa gelê Elman parve dikin û sebrê dixwazin. 

Em KON-MED banga xwe ya ji bo têkoşîna hevpar li dijî van êrîşan dubare dikin.”