BI DÎMEN

Komploya 9'ê Cotmehê li Solothurnê hat şermezarkirin

Komploya Navneteweyî ya 9'ê Cotmeha1998'an ya ku ji derketina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Sûriyeyê dest pê kir, li Solothurnê bi mîtîngekê hat şermezarkirin.

Kurdistanî û dostên wan ên li bajarên Swîsre di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” û Komploya Navneteweyî li qadan in. Kurdistaniyên li ber Bahnhofplatz a Solothurnê hatin ba hev, mîtîngek li dar xistin. Di mîtîngê de di şexsê Şehîdên Meha Cotmehê de, ji bo Şehîdên Azadiya Kurdistanê deqîqeyek rêz hat girtin.

Di mîtîngê de Hevserokê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Solothurnê (CDK-So) Kaya Demîr, der barê Komploya 9'ê Cotmehê de nirxandinek kir. Demîr diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tevî pergala tecrîd û êşkenceyê, berxwedaneke bêhempa nîşan da û ji bo gelan paradîgmayek afirand. Bi domdarî Kaya Demîr, wiha got: “Rêber Apo bi paradîgmaya ‘Jinên azadîxwaz, demokratîk û ekolojîk’şêwejiyana ekolojîk, demokratîk nîşanî tevahiya cîhanê da. Dîsa di vê çarçoveyê de ev paradîgmaya ku milyonan li xwe diherikîne, veguherî pêngavekê ku hemû dostên Kurdan xwedî lê derdikeve."

Demîr anî ziman ku Kurdan û dostên wan li dijî pergala 26 salane ku Îmraliyê bi êşkence û tecrîdê berdewam e pêngava "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyaî", dikeve sala xwe ya duyemîn. Demîr got ku ya ku dikeve ser milê me Kurdan serfiraziya vê pêngavê ye.

Pişt re aktîvîstê enternasyonalîs Sînan Dersim metna daxuyaniyê ya bi Elmanî xwend.

Herî dawî bangawaziya tevlêbûna meşa ku di bin çarçoveya kampanyaya "Tîrêjên Rojê" de, wê li bajarê Baselê bê lidarxistin, hat kirin.