BI DÎMEN

Komploya 9'ê Cotmehê li Parîsê bi meşeke meşaleyî hate şermezarkirin

Li banliyoya Grigny a Parîsê bi pêşengiya ciwanan meşeke bi meşelayan hate lidarxistin û komploya 9'ê Cotmehê hate şermezarkirin.

Li banliyoya Grigny a paytexta Fransa Parîsê ciwanan ji bo şermezarkirina kopmloya 9'ê Cotmeha 1998'an ku li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin, meşeke bi meşaleyan lidar xistin.

Ciwan ji Komeleya Çanda Kurd a Grigny heta bi Şaredariya Grigny bi dirûşmên 'Bijî Serok Apo', 'Bê Serok jiyan nabe' û 'Ciwan fedaiyên Rêber Apo ne' meşiyan û piştre daxuyaniyek dan.

Ciwanan gotin, "Jiyanek bêyî Rêertî li me heram e" û diyar kirin ku heta hesab ji dewletên komploger bipirsin wê têkoşîna xwe dewam bikin.

Ciwanan çalakiya xwe bi dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bê Serok jiyan nabe", "Ciwan fedaiyên Rêber Apo ne" bi dawî kirin.