NÛ BÛ I

Komploya 9’ê Cotmehê li Ewropayê hat şermezarkirin

Li gelek navendên Ewropayê Komploya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi çalakiyan hate şermezarkirin.

KOMPLOYA NAVNETEWEYÎ YA 9'Ê COTMEHÊ

Li Swîsre, Awûstralya, Fînlandiya, Elmanya û Rûsyayê di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” de, Komploya Navneteweyî ya ku di 9’ê Cotmeha 1998’an de li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi çalakiyan hat şermezarkirin.

FRIBOURG

Li bajarê Fribourg ê Swîsreyê li ser banga komîteya pêngavê û bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jinên Ciwanên Têkoşer (TekoJIN) li qada Lausanneyê daxuyanî hate dayîn.

Hevserok Orhan Hazar li ser navê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Frîbourgê (CDK-Fr) axaftineke kurt kir û der barê pergala tecrîda mayînde ya ku 9’ê Cotmeha 1998’an dest pê kir û heta niha 26 sal e li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan didome wiha got: “Berî niha 26 salan di kontrola dewletên navneteweyî li dijî Rêberê me pêvajoyeke komployê dest pê kir. Rêber Apo bi paradîgmaya xwe ev komploya ku armanca wê tasfîyekirina têkoşîna gelê Kurd bû pûç kir. Hêzên ku îro dixwazin ev komplo berdewam bike polîtîkayên tecrîda giran li dijî Rêberê me dimeşînin. Îro wek gelê Kurd em li vir Komploya 9’ê Cotmehê şermezar dikin û em ê li dijî êşkenceya tecrîda ku dixwaze vîna gelê Kurd desteser bike li qadan têbikoşin û em ê Rêberê xwe azad bikin.”

Berdevkê pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” Nejdet Atalay jî axivî û: “Dostên gelên Kurd di 10’ê Cotmeha 2023’an de gava ewil avêtin pêngava cîhanî dan dest pê kirin. Em ê pêngava ku dostên me dane destpêkirin bi serkeftinê bi encam bikin.”

Di dawiya axaftina xwe de Atalay banga tevlîbûna meşên mezin ên 12’ê Cotmehê li Baselê û 16’ê Mijdarê li Kolnê bên lidarxistin kir.

Li ser navê TCŞ û TekoJIN’ê jî daxuyanî hat dayîn. Daxuyanî ji aliyê Argeş Welat ve hat xwendin. Argeş Welat bal kişand bi ser tecrîd û îzalasyona li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got: “Em ê li dijî vê pergalê li her cihê têkoşînê mezin bikin. Heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo em ê timî li qadan bin.”

TURKU

Di çarçoveya pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” bi pêşengiya Networka Piştgiriya Kurdistan li bajarê Turkuyê Fînlandiyayê panela 9’ê Cotmehê hat lidarxistin. Di panelê de Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê bi berfirehî hat vegotin û bal kişandin ser rola desthilatdarên herêmî. Beşdarên panelê bi pirs û şîroveyê xwe tevlî nîqaşan bûn.

Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Fînlandiya û Networka Piştgiriya Kurdistan beşdarî fûara pirtûkan a anarşîstan Shadow Book Fair bûn. Di fûarê de standa pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat vekirin. Li standê broşur û pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin belavkirin. Beşdarên fûarê eleqeyek mezin nîşanî standê dan û li ser fikir û ramanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nîqaş hatin kirin.

SYDNEY

Li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (DKTM) a bajarê Sydney ê Awûstralyayê bi boneya salvegera Komploya 9'ê Cotmehê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan civîna gel hat lidarxistin.

Hevserokê DKTM'ê Tîmur Tatvan di civînê de axivî û got: "Bi Komploya 9'ê Cotmehê re xwestin di şexsê Rêber Apo de gelê Kurd ê azad tine bikin û sedsaleke din mehkûmî koletiyê bikin. Armanc ew bû ku di şexsê Rêbertiya PKK'ê de vîna Kurdê azad bişkîne û teslîm bigire. Rêber Apo ev 26 sal in li Îmraliyê di bin tecrîd û êşkenceyê tê girtin berxwedaneke mezin dimeşîne. Partiya me PKK û gelê me bi bedelên giran û kedeke mezin Komploya Navneteweyî bi giranî pûç kirin û bê encam hiştin. Misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo deynê stûyê me ye.”

Piştî sînevîzyona li ser 9'ê Cotmehê hatibû amadekirin, Kurdistaniyan mafê axaftinê girtin, di salvegera Komploya Navneteweyî de hest û ramanên xwe anîn ziman û banga mezinkirina têkoşînê kirin.

SARATOV

Komploya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li Mala Gel a Yershovê ya Saratov ê Rûsyayê bi daxuyaniyekê hat şermezarkirin.

Hevserok Ramazan Bûdakov di çalakiyê de axaftinek kir. Bûdakov ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bang li Kurdistaniyên li çar aliyê cîhanê kir û got: “4 sal in em ji Rêber Apo ti agahiyê nagirin. Em rewşa Rêber Abdullah Ocalan nizanin. Dewleta Tirk nahêle bi parêzer û malbata xwe re hevdîtinê bike. Em bang li hemû mirovahiyê dikin; bi me re bibin yek û tecrîdê şermezar bikin.”

Bûdakov anî ziman ku weke Kurdên li Rûsyayê, ew vê rewşê qebûl nakin û wiha got: “Em dixwazin demildest Abdullah Ocalan azad bibe."

Daxuyanî piştî berzkirina dirûşmeya "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.

SAARBRUCKEN

Li bajarê Saarbrucken ê Elmanyayê, bi armanca şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û teşhîrkirina pergala qirkirina Îmraliyê, di 7-8’ê Cotmehê de stand danîn.

Stand saet di navbera 15.00-18.00’an de li ser rêya Bahnhof Strasse hat vekirin û der barê Komploya 9’ê Cotmeha 1998’an de belavok hatin belavkirin.

Di standa ku jinan bi awayekî çalak cih girtin de dirûşmeyên "Bijî Serok Apo" û "Jin, Jiyan, Azadî" berz kirin. Di çalakiyê de ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan banga piştevaniyê hat kirin.

Di çalakiyê de banga tevlîbûna meşa mezin a ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku wê di 16’ê Mijdarê de li Kolnê bê lidarxistin, hat kirin.

CENEVRE

Li bajarê Cenevre yê Swîsreyê di çarçoveya rojên çalakiyê yên di navbera 1-10’ê Cotmehê de çalakiya xwendinê hat lidarxistin.  Çalakî li Mala Çand û Hunerê ya Nadîr a li kampusa Zanîngeha Cenevreyê hat lidarxistin. Di çalakiyê de ji pirtûka “Perpektifên Çareseriyê Li Ser Berxwedana Gelên Filistînê û Kurdan” çend qisim hatin xwendin.

Her wiha di çalakiyê de ji bo çareserkirina pirsgirêkên li Rojhilata Navîn modela jiyana demokratîk a li dor fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nirxandinên cûr be cûr hatin kirin.

Çalakiya xwendinê sibe jî dê li Zanîngeha Cenevreyê Berdewam bike.