KCDK-E: Li her cihê em lê ne rejîmê tehşîr bikin

KCDK-E destnîşan kir ku biryara di şexsê Leyla Guven a hatiye girtin de dixwazin xeta azadiya jinê û têkoşîna azadiyê dîl bigirin.

Dîwana Hevserokatiya KCDK-E’yê li ser Hevseroka KCD’ê û Parlementera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven daxuyaniyek da û bal kişand ku di şexsê Guven de êrîşî vîna gelê Kurd hate kirin û got: “Ya sîstema tecrîdê ya li Îmraliyê dide domandin, împaratoriya tirsê li ser civakê dide avakirin, Tirkiye ya ku tu kes lê azad nîne veguherandiye girtîgehekî vekirî.

Ji bo dengê civakê qût bikin hilbijêran digirin. Şaredariyên bi vîna gel hatine bidestxistin yek bi yek bi qeyûman diz û talanker dagirkirin, zilma faşîst xwestin mayînde bikin.

Jinên Kurd li dijî êrîşan bi dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ weke bend bersiv didin. Li Tirkiyeyê dengê karker, kedkar, jin, mûxalîf, şoreşger, demokrat û rewşenbîr her diçe bilind dibe. Li dijî faşîzmê girtiyên bi ruhê zindana Amedê serî rakirin bi dirûşma ‘hundir derve ye, derve hundir e’ li her derê bi têkoşînê bersiv didin. Bi hedefkirina pêşeng û jinên pêşengtiyê ji gel re dikin, dixwazin xwe bi hêz bidin nîşandan. Ji ber vê yekê Hevseroka KCD’ê Leyla Guven kirin hedef.

Erdogan tim KCD weke hedef nîşandan dixwaz KCD’ê krîmînalîze bike, rol û rastiya wê ya civakî bike hedef. Leyla Guven ji ber daraza vê hişmendiyê hatiye girtin. Di demekê de ku li dijî gelê Kurd êrîşên topyekûn hene, planên qirkirinê dikevin meryetê, hedefkirina KCD’ê ya ji bo yekîtiya netewî gavên girîng davêjin ne tesaduf e.

Gelê Kurd, ewladên wê, rewşenbîr, mûxalefet, şoreşger, demokrat, jin, kedkar, bêkar wê li ber terora faîst û rejîma faşîst a Erdogan serî netewîne. Biryara di şexsê Leyla Guven a hatiye girtin de ku dixwazin xeta azadiya jinê û têkoşîna azadiyê dîl bigirin wê gav ji têkoşîna xwe şûnve neavêje. Em KCDK-E bangg li hemû gelê xwe, şoreşger, demokrat, rewşenbîr, muxalefetê dikin ku li her cihê lê bi çalakiyên protestoyî rejîma faşîst a Erdogan a dijminê gelê Kurd û rûyê dîktatoriyê di raya giştî de tehşîr bikin. Li her cihê lê xwedî li çalakiyên ji bo KCD’ê û Leyla Guven bê kirin derkevin û seferber bibin.”