KCDK-E: 1'ê Îlonê em derkevin kuçeyan

KCDK-E'yê 1'ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanî pîroz kir û got dewleta Tirk li pêşiya aştiyê asteng e, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan adrêsa çareseriyê ye. KCDK-E'yê bang kir ku her kes 1'ê Îlonê li derve be.

KCDK-E'yê têkilî 1'ê Îlonê Roja Aştiya cîhanî daxuyaniyeke niviskî da.

Di daxuyaniyê de hate gotin şerê qirêj ê dewleta Tirk ku li Kurdistanê û Rojhilata Navîn didomîne li ber çavê hemû cîhanê ye, ev 100 sal in cografyaya Tirkiyê kire gola xwînê, gel û bawerî înkar kirine û asîmîle kirine. KCDK'yê got, ''Dewleta faşîst li pêş aştiyê hê jî astengiya tekane ye'' û diyar kir dewleta Tirk şerê qirkirinê yê dijî Kurdan didomîne, hemû nirxên sincî û civakî kiriye hedfa xwe û şer veguherandiye şerê tinekrina Kurdan.

 KCDK-E'yê her wiha got, ''Dîktatorê faşîst Erdogan, di serî de AKP-MHP hemû partiyên dewletê, hêzên nîjatperest û şowen ji xwe re kirine palpişt û bi israr şer ferz dikin.''

KCDK-E'yê bi berdewamî diyar kir Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li nav tarîtiya Rojhilata Navîn ku şerê cîhanê yê 3'yan lê tê kirin bi modêla neteweya demokratîk hêviya aştî û rizgariya li ber mirovahiyê daniye û li dora vê hêviyê mirovahî bi kelecaniya vejîn û hêvîyê ye.

KCDK-E'yê got, ''Ocalan jiyana azad e, li dijî şer mîsogeriya aştiyê ye.

Ocalan bi fikra jiyana azad a nû aştiya domdar û birûmet li ber mirovahiyê datîne. Li Rojhilata Navîn ku mirovahî ber bi kaosê ve diçe û li hemû cîhanê bi alternatîfa neteweya demokratîk çareseriyê datîne holê.

Ji bo ku fikrên Ocalan ên li ser jiyana azad li hemû cîhanê bi cih bibe ji her demê bêhtir divê mirov ramanên Ocalan ji mirovahiyê re vebêje.''

KCDK-E'yê her wiha bang kir ku bi dirûşmeya, ''Bi Ocalan re Aştî, bi Ocalan re Azadî û Rizgarî'' her kes 1'ê Îlonê derke kuçe û kolanan, kuçe û kolanan bi ramanên gerdûnî û azadîxwaziya jinê ya Ocalan rengîn bike, li her welatî û bajarî ji Ocalan re azadî bixwaze, ramanên wî yên ji bo aştî, azadî û demokrasiyê biqêre.