BI DÎMEN

Jinên Rojava bûn nimûneyek ji hemû cîhanê re

Ronahî Hisên û Sîlva Birko diyar kirin ku jin di demên berê de gelek bindest bûn, lê bi neteweya demokratîk re jinên Rojava bûn nimûneyek ji hemû cîhanê re.

Yekîtiya Jinên Ciwan li ser asta herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê konferansa ‘Neteweya Demokratîk û Konfederaiya Jinan' bi dirûşmeya 'Bi jin, jiyan, azadî ber bi şoreşa jinan ve' li navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya bajarê Qamişloyê lidar xist. Ji beşdarên konferansê Ronahî Hisên û Sîlva Birko nêrînên xwe parve kirin.

Endama Koordînasyona Jinên Ciwan Ronahî Hisên got, "Ev konferans li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate lidarxistin. Her wiha ji hemû qadan jin tevlî bûne, wek Şehba, Kobanê, herêmên rizgakirî."

Ronahî Hisên anî ziman ku armanca wan ji konferansê nîşandana rola jinên Kurdan bû û got, "Wek ku tê zanîn şoreşa Rojava bû 12 sal destpê kiriye ku bû cara yekem jinên ciwan û çi jî jinên bi temen mezin bin, li her qadên civakê û saziyan cihê xwe girtin û bûne pêşeng ji bo şoreşa Rojava. Ev konferans jî bi taybetî ji bo ku were destnîşankirin çiqas jinên ciwan rola wan di civaka demokratîk de heye, wek jin çiqasî em dikarin li dijî dijmin li ber xwe bidinû têbikoşin. Mirov çiqasî ku li ser vê mijarê biaxive nikare mafê wê bide, lê ev tişt ne tenê ji bo jinên di Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye, belê ji bo tevahî jinê cîhanê ye. Ji ber ku dema Rêber Apo têkildarî jinan nirxandinan dike, ne tenê ji bo jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo tevahî jinên cîhanê nirxandinan dike."

Ronahî Hisên di dewama axaftina xwe de got, "Ji her neteweyan di vê konfiransê de hazir bûn û nêrînên xwe anîn ser ziman ev jî encama ku neteweya me ya demokratîk hatiye avakirin. Ev konferans gavek pir pêşketî ye ku jinên ciwan rola xwe di neteweya demokratîk de nas bike û li gorî wê berxwedaniyê bimeşîne. Wek ku em dibînin di nav civakê de zexta ku li ser jinê tê kirin dihêle ku jin gavek ber bi paş ve bavêje. Hişmendiya di serê jin de afrandine ew e ku çênabe tu fêr bibî, mafê te di her milî de tuneye û tu nikarî xwe pêş bixî. Lê di sîstema neteweya demokratîk de kû jin û mêr her du di nav vê civakê bi yeksanî jiyan dikin û hevjiyanek azad dijîn. Jin êdî bi fikir û nêrînên xwe jiyan dike, bi taybet têkoşînên xwe li hember zihniyetparastiya civakî ya ku jin biçûk dikin, têkoşîna me wek jinê ciwan li hember van zihniyetan wê bi hêz tir bibe. Rêber Apo jî dibêje şoreşa me şoreşa jinê ye ji ber wê jî erkê me wek jin gelek mezine bi taybet seknê xwe li hember Rêber Apo em çawa nîşan bidin, her wiha emê têkoşîna xwe mezintir bikin û serokê xwe fîzîkî rizgar bikin û hevjiyanek azad bi hemû netewan re bi xweşî jiyan bikin.”

Sîlva Birko da zanîn ku ev konferansa ku hate lidarxistin bi armanca jin xwe nas bike û bizanibe ku êdî dikare xwe bi xwe biryarên xwe bide û wiha got: "Divê ku her sal konferansên bi vî awayî werin li darxistin, ji ber ku jin di vê dawiyê de gelek berxwedanî û têkoşîn kir ew bû ya dengê kurdan gihand tevahî cîhanê ew bû a ku hestên gelê Kurd vegot."  

Sîlva Birko her wiha got, "Demên rejîma Baasê em Kurd nikarîbûn bêjin em Kurd in yan jî em jin in û mafê me heye. Lê bi saya şehîd û berxwedaniya jinê ku hiştin ev zihniyeta baviksalarî binpê bibe û jina ku cihê xwe di hemû qadên kar û xebatan de girt îradeya xwe nîşan da. Wek ku niha em dibînin jinên Rojava bûne nimûneyek ji bo hemû jinên cîhanê."