35’emîn Mîhrîcana Govendên Kurdistanê bi merasîma xelatdayînê bi dawî bû

35’emîn Mîhrîcana Govendên Kurdistanê bi xelatdayînê bi dawî bû, Koma Şiyar xelata yekemîn wergirt.

35'emîn Mîhrîcana Govendên Kurdistanê ku li bajarê Esslingen ê Elmanyayê hat lidarxistin, danê êvarê bi merasîma xelatdayînê bi dawî bû.

KOMA ŞIYAR BÛ YEKEMÎN

Koma Şiyar xelata yekemîn wergirt. Koma ku ji bajarê Salzgitter ê Elmanyayê beşdar bû, govendên gelêrî yên herêma Amedê yên bi navê Şeva Zavê, Keşeo, Delîlo, Du Nig, Heranî, Govend û Çepik pêşkêş kirin û gelekî hatin ecibandin.

Xelata duyemîn jî koma Evîna Welat bi Hevra ya ji bajarê Basel ê Swîsreyê wergirt. Koma govendên gelêrî yên herêma Gimgimê bi navê Yawşîrme, Yarê, Xweş Bazin, Giranî, Çepkî, Sivikî û Zifkiro pêşkêş kirin.

GOVENDA BARAN DU XELAT WERGIRT

Govenda Baran a ku ji bajarê Koln ê Elmanyayê beşdar bû û govendên gelêrî yên Colemêrg-Çelê pêşkêş kir, du xelat wergirt. Komê hem Xelata sêyemîn û hem jî Xelata Cil û Bergê wergirt. Koma ku dirûşma wê ya sereke "Hebûna me azadiya me ye" ye, ji 9 lîstikvanên jin û 5 lîstikvanên mêr pêk tê. Govendên gelerî yên komê ev in: Rûbar/Meymokê, Renî, Sêpî, Tilmercan, Mûmê, Qela Başkalan, Mil, Dunig/Dumil û Sorgul.

XELATA LÊKOLÎNÊ DANE KOMA KULÎLKÊN WELAT

Koma Kulîlkên Welat a ji bajarê Duisburg ê Almanyayê beşdar bû, Xelata Lêkolînê wergirt. Komê şanoyên ji herêma Torê pêşkêş kirin.

Xelata Taybet a Juriyê ji du komên cuda re hat dayîn. Yek ji van koman Koma Lalîş ku pêşandana vekirinê ya mîhrîcanê kir û Koma Azadî (Dortmund) ku beşdarî pêşbirkê bû.

Juriyê Sertîfîkayên Tevlîbûnê da 27 komên beşdarî mîhrîcanê bûn. Her wiha sê Belgeyên Spasiyê jî hatin dayîn. Yek ji van ji gelên li bajarên Esslingen û Stuttgart ên ku mazûvaniya mîhrîcanê kirin û ji dildarên beşdarî xebatên mîhrîcanê bûn re hat dayîn. Belgeya din jî ji xebatkarên Otela Leonardo re ku mazûvaniya komên beşdarî mîhrîcanê bûn kir û herî dawî jî di şexsê Çira TV’ê de ji xebatkarên çapemeniya azad re hat dayîn. Xelat aliyê nûnerê Yenî Ozgur Polîtîkayê yê Hambûrgê rojnamevan Mehmet Zahît Ekîncî ve hat wergirtin.