Li bajarên Mulhouse û Strasbûrg ên Fransa û Hîldesheîm ê Elmanyayê bi çalakiyan Şehîdên Meha Gulanê hatin bibîranîn.
MULHOUSE
Li bajarê Mulhouse yê Fransayê ji bo bîranîna Şehîdên Meha Gulanê çalakiyek hat lidarxistin. Piştî deqeyeke rêzgirtina ji bo bîranîna şehîdên azadiya Kurdistanê, li ser navê Komîteya Malbatên Şehîdan ev tişt hate gotin: “Gelek şoreşger û welatparêzên ku di destpêk û geşkirin û belavkirina têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê de roleke dîrokî lîstin. Kurdistanî û ji aliyê gelê Kurdistanê yê welatparêz ve hatin naskirin, di meha Gulanê de şehîd bûn. Tevgera me ji ber vê taybetmendiya xwe meha Gulanê weke “Meha Şehîdan” bi nav kir. Em di şexsê Şehîdên Gulanê de hemû şehîdên şoreş û demokrasiyê bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin û bi rêzdarî bejna xwe li ber bîranîn û têkoşîna wan a mezin ditewînin.”
Piştî pêşandana sînevîzyonê dirûşma "Şehîd Namirin" hate berzkirin.
STRASBÛRG
Li bajarê Strasbûrg ê Fransayê ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd û Însiyatîfa Jinê ya Zîn ve çalakiyek bibîranîna Şehîdên Meha Gulanê hate lidarxistin. Bîranîna ku li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Strasboûrgê hate lidarxistin, bi deqeyek rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên şoreşa cîhanê bi taybetî şehîdên şoreşa Kurdistanê destpê kir.
Îsmaîl Erzîngan di bîranînê de axivî û diyar kir ku meha Gulanê piştî şehadeta Hakî Karer ji aliyê Tevgera Azadiya Kurd ve weke "Meha Şehîdan" hatiye binavkirin. Erzîngan got, “Helbet di rojên wiha de û di kêliyên wiha de axaftin û lidarxistina van bîranînan ji bo me hemûyan zehmet e. Em di ferqa vê de ne. Em leşkerên tevgerê di her şert û merc, dem û zemînê de li ber xwe didin û her cûre zehmetiyan derbas dikin.”
Îsmaîl Erzînganwiha berdewam kir: “Mahîr Çayan, Sînan Cemgîl û Omer Ayn, bi tevahî 8 şoreşger di 30'ê Adara 1972'an de li Kizildereyê ji aliyê dewleta Tirk ve hatin qetilkirin. Denîz Gezmiş, Huseyîn Înan û Yusuf Aslan di 6'ê Gulana 1972’an de hatin înfazkirin. Di rêya darvekirinê de dirûşma wan a sereke “Bijî biratiya gelên Tirk û Kurd” bû. Orhan Yilmazkaya di Gulana 2009’an de li Stenbolê dema dirûşma “Bijî biratiya gelên Tirk û Kurd” berz dikir, şehîd bû.”
Îsmaîl Erzingan li ser şehadeta Hakî Karer jî wiha axivî: “Di 18’ê Gulana 1977’an de rêheval Hakî Karer şehîd ket. Yek ji wan hevalên ku Serok Apo bi gotina ‘Ew ruhê min ê veşartî ye’ girîngî dida şehîd. Rêber Apo ji hevalên xwe re dibêje, 'Eger hûn dixwazin Hakî Karer zindî bihêlin, bila ji bo bîranîna wî pêvajoya avakirina partiyê organîze bikin.' Tovên wê rojê hatin çandin heta îro jî berdewam dikin. Çawa ku di sala 1984’an de bi şehadeta Mahsûm Korkmaz dest pê kir, weke ku pêvajoya artêşbûyînê bi xwe re pêvajoya partîbûnê tîne. Di 19’ê Gulana 1978’an de hevrêyê me yê ciwan Halîl Çavgun ku yek ji milîtanên hêja bû, şehîd bû.”
Îsmaîl Erzingan di ravekirina kronolojîk a Şehîdên Gulanê de wiha got: “Di 2’yê Gulana 1983’an de hevrêyên me Mehmet Karasungur û Îbrahîm Bîlgîn ên ku ji bo rawestandina şer û pevçûnên navbera PDK û YNK’ê derbasî herêmê bûn, gihiştin şehadetê. Di 17’ê Gulana 1982’an de rêheval Heval Ferhat Kurtay, Eşref Anyik, Mahmut Zengîn û Necmî Oner li Girtîgeha Amedê bi êşkence û zilmê re rû bi rû man. Ji bo rê li ber van êşkenceyên hovane bigirin çalakiyek li dar dixin.Ew bedena xwe dikin guliyên agir. Çar rêhevalên me li Zindana Amedê şehîd bûn. Dîsa fermandarên me yên Midûriyeta Amedê Azad Sîser, Çekdar Amed, Kasim Engîn, Hozan Mizgîn bi salan di nava têkoşînê de cih girtin, şehîdên me yên Gulanê ne.”
Çalakiya bîranînê bi stranên hunermend Sîdar Amedî bi dawî bû.
HÎLDESHEÎM
Li bajarê Hîldesheîm ê Elmanyayê jî Şehîdên Meha Gulanê hatin bîranîn. Bîranîn li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd pêk hat û bi deqeyeke rêzgirtina ji bo şehîdên şoreş û demokrasiyê dest pê kir.
Li ser navê Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê Hekîma Yûsif, li ser navê rêveberên Fed-Demê Letîf Karakaş, Hevseroka KOMAW’ê Xoşnav Ata, li ser navê HBDH’ê Halîl Akyol û li ser navê PYD’ê Ehmed Bavê Omer axivîn.
Li ser navê HBDH’ê Halîl Akyol axivî û got, “Di dîroka me ya şoreşgerî de meha Gulanê mehek e ku têkoşîna me di lûtkeyê de ye. Bêguman şehîdên Gulanê rê nîşanî me didin. Hevrêyên me yên ku di qada şoreşa Rojava de şehîd bûne, ji me re rêberî kirin ku şoreş di pêşerojê de wê tenê bi perspektîfa şoreşa yekbûyî bi ser bikeve.”
Axaftvanan jî gotin, “Heta serketinê em ê li ser rêya şehîdan bimeşin; Ji ber ku em deyndarê şehîdan in."
Piştre sînevîzyon hate pêşandan û bi dirûşmeyên “Şehîd namirin”, “Jin Jiyan Azadî”, “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.
STOCKHOLM
Bîranîna ku ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) û Meclîsa Jinê ya Amara ve li paytexta Swêd Stockholmê hate organîzekirin, bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir.
Piştre Hevseroka Meclîsê Rûken Yetîşkîn axaftinek kir. Rûken Yetîşkîn diyar kir ku şehîdên Gulanê şehîdên ku mohra xwe li dîroka Têkoşîna Azadiya Kurdistanê xistine ne û got, "Gelek lehengên me bi kesayeta xwe ya şoreşgerî û serkeftinên xwe di dîroka têkoşîna me de roleke ku nayên jibîrkirin lîstine. Gelek hevalên jin ên weke weke Hozan Mizgîn û Şîrîn Elemhûlî jî di nava karwanê şehîdên Gulanê de cih digirin."
Di bîranînê de sînevîzyona ku tê de jiyana gelek şehîdên Gulanê hatin vegotin, hate temaşekirin. Piştre endamê Meclîsa PJAK'ê Ehwend Çiyako axivî û got, "Di şexsê şehîd Hakî Karer de bi şehîdên Gulanê re ev têkoşîn mezin bû. Gelek hevalên me yên şehîd ên Rojhilatê Kurdistanê tevlî karwanê şehîdên Gulanê bûn. Dewleta Îranê şerê taybet dimeşîne. STişta ji bo me girîng ew e ku em erk û berpirsyariyên ku şehîdên me ji me dixwazin bi cih bînin.”
Bîranîn bi dirûşmeyên "Şehîd namirin", "Bê Serok jiyan nabe" û "Jin Jiyan Azadî" bi dawî bû.