Şehîdên Meha Gulanê li Ermenistanê hatin bibîranîn
Li gundê Araksê yê herêma Armavîrê şehîdên têkoşîna azadiyê hatin bibîranîn.
Li gundê Araksê yê herêma Armavîrê şehîdên têkoşîna azadiyê hatin bibîranîn.
Li gundê Araksê yê herêma Armavîrê yê Ermenistanê ji bo Şehîdên meha Gulanê çalakiya bîranînê hat lidarxistin. Hevserokê Komîteya Kurdistanê Silo Dirboyan, bavê şehîd Rûkên Mîlo û dayika şehîd Mûrad Kubar axaftin kirin.
Bîranînbi yek deqeyê rêzgirtina ji bo cangoriyên azadiyê hat destpêkirin. Di axaftinan de di şexsê Şehîdên Meha Gulanê de em hemû şehîdên têkoşîna azadiyê bi rêzdarî hatin bibîranîn.
Di dewama axaftinê wiha hat gotin: “Dema hevalê Hakî Karer şehîd bû Rêber Apo ji bo tolhildan heval û bîranîna heval Hakî PKK’ê ava kir. Ji bo wê em dibêjin şehîdên me nemirin û PKK partiya şehîdan e. Em wek gelê Kurd pewîstê xwedî li têkoşîn û keda şehîdên xwe derkevin. Ger îro em wek gel hene û dinya me wek gel nas dike bi saya şehîdên tevgera azadiyê ye. Ger me şehîd nedana dibe îro em ewqas mezin nebûna. Ji bo wê em wek gel deynarê şehîdên xwe. Em dibêjin şehîd namirin em heta dawî li şopdarê doza wan in.”
Bîranîn bi drûşma “Bijî Serok Apo” û “Şehîd namirin” bi dawî bû.