BI DÎMEN

Şehîdên Meha Gulanê li sê bajarên Swîsreyê hatin bibîranîn

Şehîdên Meha Gulanê li Bern, Cenevre û Zurîhê bi çalakiyên cuda hatin bibîranîn.

ŞEHÎDÊN MEHA GULANÊ

Şehîdên Meha Gulanê li bajarên Bern, Cenevre û Zurîhê yên Swîsreyê bi çalakiyên cuda hatin bibîranîn.

BERN

Xizmên şehîdan û Kurdistaniyên li Kantona Bernê, beşdarî bîranîna Şehîdên Gulanê ya li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Bernê (CDK) bûn.

Bîranîna ku bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Li ser navê Komîsyona Malbatên Şehîdan a CDK a Bernê Saadet Kuran axaftina vekirinê kir. Saadet Kuran a ku bi xwendina navên şehîdên meha Gulanê û bibîranîna wan dest bi axaftina xwe kir û got, "Parastina mîrateya têkoşîna şehîdan tenê bi bîranîna wan nabe. Em ancax bi xwedîderketina wan dikarin vê mîrateyê biparêzin. Li ser ruhê fedakarî û girêdanê yê şehîdên me, rêya şehîdên me ronî dike.”

Piştre li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan (KOMAW) Mustafa Karahan axivî. Karahan da zanîn ku şopdarên Şehîdên Gulanê yên ku wan bi bîr anîn, li ser esasê ruhê berxwedanê gavek din nêzî serkeftinê bûn.

Nivîskar Îrfan Babaoglû diyar kir ku meha Gulanê di dîroka berxwedanê de yek ji serdema herî girîng e û behsa berxwedana li dijî faşîzma dewletê ya li zindanên Amedê kir. Babaoglû bi bîr xist ku dewletê êşkenceya li zindanên Amedê weke cihekî pîlot destnîşan kir û got, "Li dijî vê projeya ku li hemberî pêşeng û rêberan ji bo xeniqandina fikrên azadiyê hat kirin, berxwedaneke mezin hat lidarxistin.”

Alî Serhed weke kesekî ku ji destpêka Têkoşîna Azadiya Kurdistanê ve şahidî kiriye, bîranînên xwe yên Şehîdên Gulanê, bawerî û dilsoziya şehîdan a bi tevgerê re nirxand. Serhed diyar kir ku têkoşîn îro jî bi heman bawerî û dilsoziyê didome.

Piştî axaftinan sînevîzyona têkildarî Şehîdên Gulanê hate pêşandan.

GENEVRE

Gelek malbatên şehîdan û gelê Kurdistanê beşdarî merasîma bîranînê ya li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Cenevreyê bû.

Endamê Komîsyona Malbatên Şehîdan a CDK'ê Riza Çetînkaya axaftina vekirinê kir û bi bîr xist ku di vê mehê de hem kadroyên pêşeng ên Tevgera Azadiya Kurd û hem jî yên çepgir ên Tirk şehîd bûne û got, "Ji ber vê yekê em vê mehê wekî meha şehîdan bi nav dikin. . Di 18'ê Gulanê de yek ji kadroyên yekemîn ên têkoşîna azadiyê Hakî Karer hate qetilkirin û piştî vê êrîşê partiyê biryara mezinkirina têkoşînê da. Hakî Karer tê wateya fedakiriyê. Em ê dilsozê bîranîna wan bin."

Hevserokê CDK'ê yê Cenevreyê Îbrahîm Yuksel jî wiha axivî: “Hakî Karer yek ji pêşengên bingehîn ên têkoşîna me ye. Îro divê em hemû alî wî yê kedkar û fedakar ji xwe re mînak bigirin. Partiya me piştî vê şehadetê têkoşîn hîn zêdetir kir. Dîsa şehadeta Halîl Çavgun berxwedana Hîlwan-Sêweregê bi xwe re anî. Hûn tev çalakiya çaran dizanin. Wan kevneşopiyeke ku digotin 'av nerijîne' jî dema ku bedena min dişewitînin, kirin pêşeng. Em ê bi bîranînên wan re dilsoz bimînin.”

Li ser navê Tevgera Ciwanên Şoreşger jî peyam hat xwendin. Di daxuyaniyê de banga mezinkirina têkoşînê ji bo bîranîna Şehîdên Gulanê hate kirin. Piştre Roza Dersim helbesta gerîlayê helbestvan Abdurrahman Çadirci xwend. Bîranîn piştî pêşandana sînevîzyonê bi berzkirina dirûşma "Şehîd namirin" bi dawî bû.

ZURÎH

Gelek malbatên şehîdan i wêneyên şehîdan beşdarî merasîma bîranîna şehîdên Semsûrê ya li salona konferansê ya Dem-Kurdê bûn.

Merasîm bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdan dest pê kir. Hunermend Kawa Urmiyê ku axaftina vekirinê kir got: “Gulan meha şehîdan e. Ez bi rêzdarî li ber bîranîna bi hezaran şehîdên ku em nikarin navê wan bibêjin, bi taybet şehîd Hakî Karer bejna xwe ditewînim. Şehîd rûmeta gelê Kurd e. Erka me ye ku em vê rûmetê biparêzin. Semsûr bajarekî dîrokî ye. Ji bo têkoşîna xwe ya azadiyê jî bedelên mezin da. Ez hemû malbatên şehîdan ên li vir bi rêzdarî silav dikim. Erka me ew e ku em têkoşîna ku şehîdên me ji bo wê jiyana xwe ji dest dane bilind bikin.”

Piştre Siyasetmedar Serhed Agirî axivî. Agirî da zanîn ku têkoşîna azadiyê di pêvajoyeke dîrokî re derbas bûye û wiha dewam kir:“Zêdetirî sed sal in dewleta Tirk a dagirker hewl dide me tine bike. 100 sal in em bi qirkirinê re rû bi rû ne. Dewlet ji bo vê yekê pêk bîne her tiştî dike. Bi taybet li ser malbatên şehîdên me polîtîkayên qirêj pêş dixe. Divê malbatên me li hemberî van lîstikên qirêj hişyar bin. Ji bilî Rêbertiya me û partiya me ti kesê me nîne. Ji ber vê yekê kampanyaya ku ji bo azadiya Rêber Apo tê meşandin ji bo me girîng e. Divê em xwedî lê derkevin û ber bi serkeftinê ve bibin. Ji bo her kesî tiştek heye ku bike. Divê em tu carî rastiya dijmin ji bîr nekin. Ger gel tevlî vê têkoşînê bibin em ê di demeke kin de bi ser bikevin."

Li ser navê Malbatên Şehîdan Mehmet Semsûr axaftinek kurt kir. Semsûr şehîdên li Semsûrê bi taybet ên li Çiyayê Bêzarê şehîd bûne bi bîr anî û got, "Weke malbatên şehîdan em ê heta dawiyê di rêya şehîdên xwe de bimeşin."

Siyasetmedar Musa Farisogullari di axaftina xwe de bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk ên bi armanca tinekirina gelê Kurd û got, “Rêber Apo jî wiha got; Partî, rêxistin a şehîdan e. Ji ber vê yekê şehîd rûmeta me ne. Şehîdên me ji bo gelê xwe canê xwe feda kirin. Di vê yekê de dudilî nebûn. Ez li hemberî hemû şehîdan bi taybet şehîdên Semsûr û Gulanê bejna xwe ditewînim.”

Nûnerê Partiya Jiyana Azad (PJAK) yê Swîsreyê Hekîm Hêtutî ku beşdarî çalakiyê bû got, “PKK bi têkoşîna xwe tevgereke neteweyî ava kir. Di serhildanên berê de gel alîkarî nedida hev, lê niha Kurd li Rojava ji bo Bakurê Kurdistanê, ji bo Başur li Rojhilat, ji bo Rojava li Başûr şer dikin û şehîd dikevin. Em deyndarê van şehîdan e.”

Piştî axaftinan Hunermend Kawa Urmiyê awazek ji bo şehîdan got. Di dawiyê de helbesta ku ji bo şehîdên Dayika Îsmîxan nivîsîbû xwend. Bîranîn bi dirûşmeyên “Şehîd namirin”, “Bijî Serok Apo” û “Jin Jiyan Azadî” bi dawî bû.