Daxuyaniya destpêkê ji Rêveberiya Koma Parlamenterên Elman-Tirk a li Meclîsa Federal a Elmanyayê hat. Di daxuyaniyê de fikarên li ser zextên li dijî HDP'ê hatin ziman û işaret bi têkoşîna mafên mirovan û demokrasiyê ya HDP'ê hate kirin.
'DIVÊ HIKUMETA ELMAN HIŞYARIYÊ BIDE TIRKIYEYÊ'
Komê bang li hikumeta Elman a federal kir ku ji bo bidawîbûna zextên li ser muxalefetê û civaka sivîl a li Tirkiyeyê, hikumeta ELman bi rengekî cidî hişyariyê bide dewleta Tirk.
'GAVA DAWÎ YA BER BI DÎKTATORIYÊ VE'
Koma Dostaniya Kurd a li Parlamenta Ewropayê (PE) jî got, "Em doza li Tirkiyeyê ya ji bo qedexekirina HDP'ê bi tundî şermezar dikin." Daxuyanî ji aliyê Hevserokên Koma Dostaniya Kurdan Andreas Schîeder, Françoîs Alfonsî û Nîkolaj Vîllûmsen ve hate dayin.
Komê ragihand ku ev hewldan gava dawî ya ber bi dîktatoriyê û bidawîkirina demokrasiya Tirk e.
Di daxuyaniyê de hate gotin, "Em bi hêzên pêşverû yên li Tirkiyeyê re ne. Beriya ku çirûska dawî ya demokrasiya Tirk bi dawî bibe, divê Yekîtiya Ewropayê bikeve nava liv û tevgerê û li ber vê kêfiyeta metirsîdar a Erdogan rabe."
PIŞTGIRIYA JI AWÛSTÛRYA Û SWÎSREYÊ
Parlamenterê Partiya Sosyal Demokrat a Awûstûryayê (SPO) Andreas Schîeder bi daxuyaiyekê hewldana ji bo girtina HDP'ê û betalkirina wekîltiya Gergerlîoglû şermezar kir.
Parlamenterê Partiya Sosyal Demokrat a Swîsreyê (SP) Carlo Sommarûga destnîşan kir ku ew bi HDP'ê û Gergerlîoglû re ye.