Ji Federasyona Sendîkayan a Brîtanyayê peyama HDP'ê

Federasyona Sendîkayên Giştî ya Karkeran (GFTU) a li Brîtanyayê, ku rêxistina sîwanî ya 26 sendîkayan e, bi peyamekê aşkere kir ku ew ê qebûl nekin ku HDP were girtin.

Daxuyaniya li ser navê GFTU'yê ji hêla Sekreterê Giştî Dough Nîcholls ve hate dayin û diyar kir HDP ya ku li Tirkiyê hêza siyasî ya di rêza sêyan de ye, temsîla daxwazên civakî û mirovî ya gel. Nîcholls bal kişande ser ku HDP partiya dilxwazên aştî û demokrasiyê ye û girtina partiyê, tehdeya li ser HDP'ê wê neyê qebûlkirin.

Nîcholls diyar kir ew li dijî girtina HDP'ê ne û got, ''Em li ber bêdadiya rejîma berdest û qedexekirina kesên dermiroviya wê derkevin û tehdeya li ser wê radibin. '' Nîcholls her wiha diyar kir ew ê vê ramanê biparêzin û ew ê destkê bidin hewldanên bi vî alî yên hêzên din.''

Nîcholls her wiha diyar kir gefxwarina li ser girtina HDP'ê meseleyeke navnetwî ye û bang hate kirin ku piştevaniya HDP'ê were kirin.