Ji bo azadiya Ocalan li Anversê çalakî hate lidarxistin

Li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Anversê yê Belçîkayê çalakiyek hate lidarxistin. Di çalakiyê de tecrîd hate protestokirin.

Çalakî ji aliyê NAV-BEL û YJK-B’ê li Groenplatza bajarê Anversê ya Belçîkayê hate lidarxistin.

Di çalakiyê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate hildan. Mazlûm Kiliç di çalakiyê de axivî û got ku, “Em li vir ji bo Rêbertiya xwe kom bûne. Em bang li CPT’ê dikin ku peywira xwe pêk bînin. Heta ku Rêbertiya me azad bibe, em ê li vir têbikoşin.”

Çalakî bi sloganên ‘Erdoganê dîktator’, ‘Jin, jiyan, azadî’ û ‘Azadî ji Ocalan re’ bi dawî bû.