BI DÎMEN

Ji bo azadiya Abdullah Ocalan li Aarauyê stand hat danîn

Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê di çarçoveya kampanyaya “Tirêjên Rojê” de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Aarauyê stand danî.

Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî”, kampanya “Tirêjên Rojê” dabûn destpêkirin. Li bajarê Aarau yê Swîsreyê bi pêşengiya TJK-E’yê de di çarçoveya kampanyayê de standa azadiyê hat danîn. Stand bi wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin xemilandin.

Çalakiya standê di saet 13.00’an heta 17.00’an berdewam kir. Di standê pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin danîn û bi gelek belavok hatin belavkirin.

‘TECRÎD BINPÊKIRINA HIQÛQÊ YE’

Di çalakiya standê de daxuyaniya bi zimanê Elmanî hat xwendin. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Li seranserî cîhanê bi milyonan Kurdan got, Abdullah Ocalan “vîna mine” û xwedî li Rêberê xwe derketin. Nêzî çar sal e bêpeywendiya mutlaq heye. Tecrîda Îmraliyê binpêkirina hiqûqa Tirkiyeyê û hiqûqa navneteweyî ye.”

‘EM Ê KOLAN BI KOLAN PARADÎGMAYÊ VEBÊJIN’

Di çalakiyê de Endama Desteya Rêvebir a Yekitiya Jinên Kurd a Swîsre (YJK-S) Rûken Demîr jî axivî û got: “Em ê weke tevgera jinan, tecrîdê bişkênin û heta azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têkoşînê mezin bikin. Em ê di çarçoveya kampanya ‘Tirêjên Rojê’ de kolan bi kolanên welatên Ewropayê bigerin û paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan vebêjin.”

Di dawiya axaftin xwe de Rûken Demîr, banga tevlîbûna meşa 12’ê Cotmehê ya di saet 12.00’an de li Kantona Baselê kir.

‘EM Ê TÊKOŞÎNÎ MEZIN BIKIN’

Hevseroka Civaka Demokratîk a Swîsre (CDK-S) Dîlan Çetînkaya jî axivî û diyar kir ku pêngava kurewî ya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” li seranserî cîhanê belav bûye. Dîlan Çetînkaya anî ziman ku heta azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ew ê têkoşînê mezin bikin û banga tevlîbûna meşa 12’ê Cotmehê ya li Kantona Baselê kir

Daxuyanî bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Jin, Jiyan, Azadî” bi dawî bû.