BI DÎMEN

Malbata Şehîd Ararat: Ew şehîd bû lê belê wê bi hezaran dewsa wê dagirin -NÛ BÛ

Endamên ji malbata Şehîd Ararat destnîşan kirin ku wê bi hezaran kes dewsa Şehîd Ararat bigirin û rêya azadiyê bişopînin.

MALBATA ŞEHÎD ARARAT

Gerîlaya HPG'ê Sara Cezayîr bi nasnav Ararat Tolhildan ku di Nîsana 2024'an de li Xakurkê şehîd bû, li Kobanê hate bîranîn.

Malbata şehîd Ararat diyar kir ku çi dibe bila bibe ew ê heta dawiyê xwedî li fikra azadî û xeta şehîdan derkevin û wê bi hezaran ciwan dewsa Ararat û rêhevalên wê dagirin û têkildarî mijarê ji ANF`ê re axivîn.

Bavê Şehîd Ararat Xelîl Mistefa Silo anî ziman ku ew bi saya gerîlayên xwe li vir in û ew ê bi hêza gerîlayên xwe jî bi ser bikevin û got: ‘’Dewleta Tirk dijmin e û ji bo tunekirina me ew ê bi her rêbazê êrîşî li me bike. Lê belê bila dewleta Tirk baş bizanibe ku gerîlayên me hene û ew ji hêza gerîla ditirse û em ê jî bi saya berxwedaniyê gerîlayên xwe bi ser bikevin. Va ye bi rojan e ku artêşa Tirk bi madeyên kîmyewî êrîşî li me dike. Em vê yekê şermezar dikin û bang li şehîd Ararat dikin ku em ê asta têkoşînê bilindtir bikin.’’ 

Xwişka Şehîd Ararat ya bi navê Wefa Cezayîr jî anî ziman ku ew li ser şopa Şehîd Ararat in û wiha pêde çû: ‘’Ez bi şehadeta xwişka xwe serbilind im. Wê ji bo tevahiya gelê Kurd li ber xwe da. Em ê hîna jî şehîdan bidin lê belê sekeftin para me ye û em ê Kurdistanê azad bikin. Vaye birayê min jî li ser şopa Ararat e û em ê jî bi hêza wan bi ser bikevin. Ararat şehîd bû lê belê wê bi hezaran ciwan dewsa wê bigirin û em ê jî li ser wê xetê têkoşîna azadiyê bimeşînin.’’

Pismamê Şehîd Ararat ê bi navê Mihemed Cezayîr bal kişand ser kesayeta berxwedêr ya Şehîd Ararat û ev yek anîn ziman: ‘’Ji berê heya roja me ya îro gelê Kurd ji bo parastina axa Kurdistanê li ber xwe daye. Her wiha ji niha û pê de jî em ê xwedî li xaka xwe derkevin. Ararat di zarokatiya xwe de xwedî sekneke leşkerî û bi hêz bû. Şerê Kobanê bandoreke mezin li wê kir û ew piştî wê tevlî nava refên gerîla bû. Ew ê bi hezaran dewsa Şehîd Ararat dagirin û bibin şopdarê xeta wê.’’