BI DÎMEN

Hejmara nû ya kovara Ciwanên Welatparêz: Em di nava refên gerîla de bên ba hev

Hejmara nû ya kovara Ciwanên Welatparêz bi şîara ‘Ji bo hilweşandina faşîzma dewleta Tirk, em di nava refên gerîla de bên ba hev’ derket.

KOVARA CIWANÊN WELATPARÊZ

Hejmara Tebaxê ya kovara Ciwanên Welatparêz, bi şîara ‘Ji bo hilweşandina faşîzma dewleta Tirk, em di nava refên gerîla de bên ba hev’ derket.

Di destpêka kovarê de perspektîfa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan cih digire. Di kovarê de perspektîfên Ciwan û Jinên Ciwan di bin sernavên cuda de tên pêşkêşkirin.

Di beşa ‘Jiyana Gerîla’ de du nivîsên cuda yên bi Kurdî û Tirkî derbarê Şehîd Bîşeng, Şehîd Sara û Fermandarê Efsanewî Egîd de hatine nivîsin.

Di beşa ‘Nirxandinê’ de, nivîsên bi sernava “Roj roja mezinkirina gerîlayên azadiyê ye”, “Divê ciwanên Apoyî xwedî li Mîrateya Apoyî derkevin”, “Sîstema perwerdeyê ya netew dewletê, komkujiya zihniyetê ye” û “Stêrka sor a ciwanan Alî Çîçek” cih digirin.

Di beşa “Kurdistan û Dîrok” de têkildarî Cizîrê du nivîsên bi Kurdî û Tirkî hatin weşandin.

Di beşên “Çand û Hunerê” û “Ji Edîtor” de danasîna pirtûkê, karîkatur hene. Her wiha nivîsa bi sernavê “Çand û Ziman” jî di kovarê de heye.

Hûn dikarin ji navnîşanên jêr xwe bigihînin kovara Ciwanên Welatparêz;

https://t.me/yurtsevergenclik

https://t.me/KmlnCwn