BI DÎMEN

Li Osloyê Diyar Xerîb hate bîranîn

Li paytexta Norwêc Osloyê Diyar Xerîb ê ku di encama êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûbû, di 5’emîn salvegera xwe de bi çalakiyek hate bîranîn.

Tevgera Azadî bi wesîleyê 5’emîn salvegera şehadeta endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê û endamê Konseya Seroktiya Giştî ya KCK’ê Helmet Gabar (Diyar Xerîb) ku di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de li Qendîlê Şehîd bû, li avahiya NCDK’ê ya li paytexta Norwêc Osloyê çalakiyeke bîranînê lidar xist.

Çalakiya bîranînê bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên şoreşa Kurdistanê destpê kir.

Nivîskar û siyasetmedar Celalettîn Delîbaş di çalakiyê de axivî û anî ziman ku ew şehîd Helmet ji nêz ve naskiriye û got ku ew salên dirêj li gel Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan perwerde dîtiye. Delîbaş got, “Ew hevrêyek, şoreşgerek û ewladê gelê Kurd e. Ew li Başûrê Kurdistanê xebatên girîng ên binesaziyê meşand. Em careke din hevrê Şehîd Diyar Xerîb ku weke ewladekî şoreşger ê pêşeng ê Başûrê Kurdistanê jiyana xwe ji bo têkoşînê feda kir û 5 sal berê tevlî ‘Kerwana Şehîdan’ bû, bi rêzdarî û mînetdarî bibîr tînin. Divê em bi awayekî xurt xwedî li têkoşîna Şehîd Helmet derkevin.”

Li ser navê Tevgera Azadî jî Rûbar Yosif axaftinek kir û got, "Şehîd Helmet welatparêz û şoreşgerekî mezin bû ku ji aliyê gelê me yê Başûra Kurdistanê ve hate mezinkirin. Di ciwantiya xwe de li dijî îxaneta hevkar ku pergala mêtinger-qirker xwedî dike, helwest nîşan da û çû cem Rêber Apo û perwerdehiya Rêbertî stand. Ew li Başûrê Kurdistanê bû nûnerê yekîtiya neteweyî ya Kurd û welatparêziya Kurd. Li dijî tevahiya êrîşên rejîma Saddam û faşîzma Tirk, li Başûrê Kurdistanê ji bo yekîtiya neteweyî, azadî û demokrasiyê têkoşîn kir. Ji ber vê yekê ji aliyê mêtinger û hevkarên xayîn hedef hate girtin. Em gerîlayê Azadiya Kurdistanê ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê ji bo pêşî li dagirkirina Başûrê Kurdistanê bigirin, bi qehremanî li ber xwe didin silav dikin û em careke din hemû şehîdên şoreşa Kurdistanê bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin û bang li gelê Başûr dikin ku bi xurtî xwedî li ax, rûmet û şehîdên xwe derkevin."

Çalakiya bîranînê piştî temaşekirina sînevîzyona ku li ser têkoşîna Şehîd Xerîb hatiye amadekirin bi dawî bû.