BI DÎMEN

Konferansa KCDK-E’yê: Azadiya Rêber Apo armanca me ya sereke ye

KCDK-E’yê konferansa xwe ya dema navber temam kir û diyar kir ku qirkirina gelê Kurd tê armanckirin. KCDKE’yê got, “Azadiya Rêber Apo armanca me ya sereke ye.” û peyama “Divê em li Ewropayê bibin hêzeke hîn bandortir” da.

CIVÎNA DEMA NAVBER A KCDK-E’YÊ

Kongreya Civakên Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) encamnameya konferansa xwe ya dema navber weşand ku konferans bi beşdarbûna 250 delegeyan di navbera 1-4’ê Tîrmehê de hate lidarxistin.

KCDK-E’yê di daxuyaniya xwe de got: ‘’Di konferansê de ku bi şîara Avakirina Civakî hate pêkanîn, weke armanca sereke biryar hate dayîn ku di serdema nû de hemleya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê birêvebirin, were berfirehtirkirin. Konferans bi şîara; ‘Werin em bi felsefeya Rêber Apo civaka demokratîk ava bikin û bi hev re bi rê ve bibin’ hate lidarxistin.

‘QIRKIRINA GELÊ KURD TÊ ARMANCKIRIN’

KCDK-E’yê di daxuyaniya xwe de ev yek jî gotin:

‘’Konferansa me weke siyasî di demeke pir girîng de pêk hat. Li aliyekî weke krîza pergala modernîteya kapîtalîst ya ji ber Şerê Cîhanê yê 3’yemîn ku weke navend li Kurdistanê û Rojhilata Navîn berdewam dike û li aliyekî jî dabeşbûna ku berfirehtir dibe, weke gefeke li ser jiyana gelan derdikeve li pêşiya me.

Di Şerê Cîhanê yê 3’yemîn de ku navenda wê Rojhilata Navîn e, dewleta Tirk jî roleke sereke dilîze û bi hemû hêza xwe seferber bûye ku li dijî gelê Kurd qirkirinê pêk bîne. Dewleta Tirk êrîşên xwe yên dagirkeriyê bi piştevaniya ku ji qada navneteweyî distîne, berdewam dike.

Dewleta Tirk a qirker ev şer li gel hêzên hevkar û dewletên herêmê derbasî qonaxeke din kiriye. Bi standina piştevaniya tam a hêzên PDK’ê îmhaya gerîlayên azadiya Kurdistanê tê armanckirin. PDK hema weke şaxeke dewleta Tirk kar dike û ji bo vê yekê hemû hêza xwe seferber kiriye.

‘ARMANCA SEREKE AZADIYA RÊBER APO YE’

Di konferansê de rojeva me ya sereke rewş û azadiya Rêber Apo bû. Şerê ku dewleta Tirk li gel hêzên modernîteya kapîtalîst li dijî fikir û paradîgmaya azadiyê yên Rêber Apo dimeşîne û agahînestandina ji rewş û tenduristiya Rêber Apo, fikarên me yên têkildarî vê mijarê gihandine astên herî bilind.

Tevî van kiryar û tecrîdê jî fikrên Rêber Apo her roj li seranserê cîhanê pêl bi pêl belav dibin û di serî de ji jin û hemû civak û baweriyên li erdnigariyên cuda re dibin hêviyeke mezin. Girêdayî vê yekê pêngava ku di 10’ê Cotmeha 2023’yan de ji aliyê gelê Kurd û dostên wan ve hatî destpêkirin, her ku diçe mezintir dibe û berdewam dike.

Li gel nêzîkbûna 1’emîn sala pêngavê, di konferansê de biryar hate dayîn ku azadiya Rêber Apo ji bo hemû pêkhateyên KCDK-E’yê bibe weke armanca sereke û girêdayî vê yekê planeke ku hemû qadên xebatê di nava xwe de dihewîne, hatiye gotûbêjkirin. Bi berfirehtirkirina pêngavê bi rê û rêbazên nû û dewlemend plana bidestxistina armanca wê bingeha têkoşîna sala pêşiya me pêk tîne.

REXNEDAYÎN HATE KIRIN

Konferansê avakirina civakî bi awayekî berfireh nirxand û li gorî vê yekê; KCDK-E’yê bi xebatên xwe di avakirina civaka demokratîk de encama ku dixwest, bi dest nexistiye, ferasetên kevn bi tamamî nehatine derbaskirin û ji ber vê yekê îradeya demokratîk a civakê asta ku dixwest, derneketiye holê û li gel vê yekê bi projeyên demokratîk berê civakê bi temamî ketiye pergala meclîs û komûnan û mesafeya her ku diçe zêde dibe ya di navbera me û gelê me de hatin nirxandin.

Derketiye pêş ku di mijarên weke jinûveavabûn û avakirina civakê de her kes di xebatên xwe de weke kiryar û kedkarên xebatên xwe ye.

Gelê me da xuyakirin ku ew dikare xwe di navendên civakî de birêxistin bike. Weke siyasî, civakî, aborî, çandî û di hemû qadan de xwe û pêdiviyên xwe bi proje û saziyan pêş bixe, bi xwe biryarên xwe dibe û xwe bi rê ve bibe û civaka ekolojîk û ya azadiya jinan esas digire ava bike.

’DIVÊ PARADÎGMAYA NETEWEYÎ WERE PÊŞXISTIN’

Rexneya ku di konferansê de hatî kirin û tespîta sereke; kêmasiyên hevserokan yên têkildarî mijara fêmkirin û pêşxistina paradîgmaya Rêbertî, li pêşiya avabûna pergalê asteng in û dikevin pêşiya civakîbûna pergalê. Rêya çareserkiriya vê yekê jî pêşxistina paradîgmaya neteweya demokratîk û di hemû qadên têkoşînê de weke rênîşanderekê esasgirtina wê ye. Tekane çareserî bi pêşxistina şoreşa zîhniyet û wijdanê bûna civakeke ku birêvebirina xwe di destê xwe de digire.

Konferansa me bi awayekî zelal nîşan daye ku ji van hemûyan ders werin standin û guherîn û sererastkirin werin esasgirtin.

Di konferansê de ji bo pêkanîna avakirina civakî  û bidestxistina armancan hatine diyarkirin bi şîara ‘Divê em xwe bigihînin hemû Kurdistaniyan’ seferberiya birêxistinbûn û endambûna hemû Kurdistaniyên li derveyî welat a di Navenda Civaka Demokratîk û Meclîsan de hatine dubarekirin.

Bi vê armancê di serî de di warên weke perwerde, ekolojî, werzîş, dîplomasiya gel, çand û aboriya komunal de û di mijarên heman de pêşxistina projeyan û girêdayî vê yekê di pêşerojê de di çarçoveya neteweya demokratîk de pêşxistin û birêxistinkirina civakê weke armancên pratîkên şênber hatine diyarkirin.

‘DIVÊ EM LI EWROPAYÊ BIBIN HÊZA BI BANDOR’

Qedexeyên krîmînalîzekirina Kurdan, li Elmanyayê destpê kir û li Ewropayê kete meriyetê. Gava destpêkê ya van qedexeyan, têkoşîna azadiyê ya rewa û bimaf a gelê Kurd bi pênaseya ‘terorîzmê’ krîmînalîze kiriye. Li Ewropayê hejmara Kurdan hema bêje ji 3 milyonê derbas kir. Ev zext û qedexeya ku li ser gelê Kurd tê meşandin, pêkanîneke antî-demokratîk e û ji ber vê neheqiya gerdûnî dewleta Tirk bi salane li Kurdistanê komkujiyê pêk tîne û li pêş çavê cîhanê Kurdistanê dagir dike û gelê sivîl qetil dike.

Tê xwestin ku pêşî li rêxistinbûna Kurdistaniyên li dervey welêt dijîn, bê girtin. Lewma hatiye destnîşankirin ku hemû sazî û pêkhateyên me yên li dijî krîmînalîzasyonê têkoşînê didomînin, divê di heman demê de hemû derfetan binirxînin û li Ewropayê derfetên bûyîna hêza polîtîk a bibandor, bi rengekî herî baş bi kar bînin.

KCDK-E rêxistina sîwana yekîtiya civakî û neteweyî ya gelê me yê ji Bakur, Başûr, Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê koçî Ewropa û hemû cîhanê kirî ye. Girîngiya rolê pêşeng a KCDK-E’yê hate dubarekirin ku ji bo li ser bingehê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û çareseriya pirsgirêka Kurd, li hemû qadan têkoşîna demokrasî û azadiyê were pêşxistin. Sala dawî koçberiyeke zêde ber bi derveyî welat ve hate kirin, ji ber vê jî em neçar in bi vê rola xwe rabin.

Di konferansê de di çarçoveya nirxandinên siyasî û rêxistinî yên hatine kirin de, di serî de pêngava azadkirina Rêber Apo di pêvajoya li pêşiya me de li ser bingehê avakirina civakî têkildarî hemû qadên xebatê, biryarên berfireh hatin dayîn û têkildarî sala nû ya têkoşînê biryara planeke berfireh hate dayîn.

Weke encam; mezinkirina pêngava ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hatî destpêkirin, mezinkirina xebatên ku li her deverê nûneriya gelê Kurd dikin, belavkirina xebatên çandî û armanca hembêzkirina ciwanan a di spor û hemû qenalên din de, li pêşiya me disekine.

Em dibêjin konferans; di serî de jin û ciwanên ku pêşengên şoreşa civakî ne, li gelê me, gelên ku li Kurdistanê û li her qadê em pê re dijîn û hemû mirovahiya pêşverû pîroz be. Ji bo xebatên di dema li pêşiya me de, em ji hemû pêkhateyên KCDK-E’yê û gelê xwe re serketinê dixwazin.”