Girtina Guven li Stockholm û Kolnê hate protestokirin

Girtina Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a ji aliyê dewleta Tirk ve, li paytexta Swêd Stocholm û Koln a bajarê Elmanyayê bi çalakiyan hate protestokirin.

STOCKHOLM

Dîl girtina Hevseroka KCD’ê û Parlementera Colemêrgê ya HDP’ê Leyla Guven li Qada Mynttorget a li ber Parlementoya Swêdê hate protestokirin.

Girin Kasirga ya bi navê Meclîsa Jinan a Amara axavî, diyar kir ku jiyana Guvenê xwe dispêre demokrasiyê û got ku ji bo ku li dijî tundiyê berxwedaye, 22 sal û 3 meh cezayê girtîgehê lê hatî birîn, ev nayê qebûl kirin.

Kasirga got: “Ev biryara dijminane ne tenê ji bo Leyla Guven û KCD’ê, ji bo hemû jin, hêzên demokrat û Kurdan hatiye standin.”

Kasirga teqez kir ku hetanî dîktator Erdogan neyê darizandin wê jin li qadan bin.

KOLN

Li Kolna bajarê Elmanyayê jî bi heman helwestê çalakiyek protestoyî hate lidarxistin.

Endamên Meclîsa Jinan a Viyan ên Kolnê di seat 15:00’an de li ber HBF hatin gelhev. Di çalakiyê de jinan wêneyên Leyla Guven û dovîzên bi nivîsên Elmanî “Em bang li her kesê dikin ku bibin dengê Leyla Guven”, “Leyla Guven rûmeta me ye” û “Dewleta Tirk jinan dike hedef” rakirin.

Di belavokên di çalakiyê de hatî xwedinde bal kişandin ku girtina Guven dijminê hiqûqê ye û di encama pêkanînekê de bûye.

Di balavokê de ev hate gotin: “Leyla Guven jiyana xwe daye demokrasiyê, kesayetek li dijî zilmê ye. Ne Leyla Guven, ne jin û ne Kurd dest ji têkoşînê berdidin. Li dijî vê hêrsa me ji her carê hîn zêdetire. Ev biryara dijminane ne tenê ji bo Leyla Guvene, ne tenê ji bo KCD’ê ye, ji bo hemû jin, Kurd û derdorên demokrat ên li welat e. Êdî dem hatiye em bêjîn Erdogan ê dîktator BES E. Îro ne be kengê?”

Di çalakiyê de kampanyaya ji aliyê TJK-E yê ve hatî destpê kirin “100 sedem ji bo darizandina dîktator” jî hate nirxandin. Di derbarê kampanyayê de îmze jî hate komkirin.