Gerîlayê HPG’ê Agir Stêrk û Mam Beşîr li Celleyê hatin bibîranîn

Gerîlayê HPG’ê Agir Stêrk û Endamê Koordînasyona Civaka Êzidî Mam Beşîr, bi pêşengiya çalakgerên TCŞ û TEKO-JIN’ê li bajarê Celle ya Elmanyayê hatin bibîranîn.

Gerîlayê HPG’ê Agir Stêrk (Abdullah Osmanoglû) yê ku di 17’ê Kanûna 2018’an de di êrîşa balefirên Tirk de şehîd bûbû û Mam Beşîr (Hasan Dûtar) ê ku di 14’ê Kanûnê de li Şengalê ji ber krîza dil şehîd bûbû, li bajarê Celle ya Elmanyayê hatin bibîranîn.

Çalakî bi rêzgirtinê dest pê kir û piştre sînevîzyona li ser jiyana û têkoşîna gerîlayan hate nîşandan. Piştî sînevîzyonê hevrêyên Mam Beşîr û Agir Stêrk qala girêdanbûna wan a bi têkoşîn û azadiyê kir.

Piştî nirxandina li ser şehadet û hevrêtiyê çalakî bi sloganên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Şehîd namirin’ bi dawî bû.