FED-GEL'ê ji bo Newrozê banga tevlîbûnê kir

Federasyona Gelên Kurdistanî (FED-GEL) ji bo pîrozbahiya Newrozê ya li Frankfûrtê ku wê 25'ê Adarê roja Şemiyê bê lidarxistin banga tevlîbûnê kir.

FED-GEL'ê ji bo pîrozbahiya Newrozê ya li Frankfûrtê banga tevlîbûnê li gelê Kurdistanê kir û xwest agirê Newrozê bê geşkirin. FED-GEL'ê got, "Beriya hilbijartineke ku wê li Bakurê Kurdistanê desthilatdariya Dehaq ê herî mezin bê hilweşandin, em tevlî coşa pîrozbahiya Newrozê bibin."

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku agirê Newrozê li bedena gelek Kurdistaniyan hatiye pîrozkirin û hate gotin, "Agirê Newrozê ku bi berxwedana gelê Kurdistanê yê leheng ji nû ve hate dadan, di sala 50'yemîn de êdî mizgîniya azadî û serketinê ye. Têkoşîn di sala 50'yemîn de bûye eniyeke berxwedanê û daxwazeke azadiyê ku bidawîkirina wê nabe û ev yek li nava dost û dijminan bi her awayî hatiye ispatkirin. Agirê Newrozê yê ku bi hezaran salan nekarî bê vemirandin wê ti carî neyê vemirandin. Ewladên leheng ên gelê Kurdistanê heta ku li ber xwe bidin wê agirê Newrozê li çiyê, deşt û bajaran gur bibe û ronî bike."

FED-GEL'ê ji bo bibîrxistina vê mîsyona dîrokî bang li gelê Kurdistanê kir ku beşdarî pîrozbahiya Newrozê ya li Frankfûrtê bibe, agirê Newrozê bi hev re geş bike û got, "Bi hêviya ku Newroza 2023'an beriya hilbijartina li Bakurê Kurdistanê ya ji bo têkbirina desthilatdariya Dehaqê herî mezin ê vê demê, bikin hêviya hesabpirsîna ji Dehaqan û têkbirina desthilatdariyê, Newroz pîroz be."