BI DÎMEN

‘Sûriyeyeke demokratîk bi projeya Rêveberiya Xweser pêkan e’

Ehmed Xoce anî ziman ku Sûriyeyeke ne navendî tenê bi modela Rêveberiya xweser û azadiya jinê pêkan e.

Hevserokê Kar û Barê Civakî yê Kantona Firatê Ehmed Xoce, ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku piştî 8’ê Kanûna 2024’an, li Sûriyeyê qonaxeke nû dest pê kiriye û destnîşan kir ku rêveberiya heyî bi zîhniyeta rejîma berê tevdigere. Xoce, anî ziman ku Sûriyeyeke demokratîk û piralî tenê bi modela rêveberiya herêmî ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêşketiye pêkan e.

Ehmed Xoce got, “Li Sûriyeyê piştî ruxandina rejîma Bassê û hatina hikûmeta veguhêz ya nû, qonaxeke nû dest kir. Divê êdî Sûriyeyeke nû û demokratîk pêk were. Lê mixabin piştî hikûmeta veguhêz a Şamê tev li kar bû û kongreya xwe qaşo ya serketinê pêk anî û komîte avakirin. Destûra Sûriyê nivîsandin û hikûmeta xwe ragihandin. Hişmendiya ku niha li ser desthilatdariyê ye, weke ya berê û xerabtire jî. Tenê yek alî ye û dixwazin hikûmeteke yek ziman, yek çand û yek nasname avabikin. Dixwazin krîzê hîna kurtir bikin."

Xoce, diyar kir ku pêş çavê hemû cîhanê bi sedan Elewî li berava Sûriyê hatin qetilkirin û wiha domand, "Bi sedan Elewî li berava Sûriyeyê qetil kirin, bi sedan Durzî qetil kirin. Ev hikûmet bi rengekî yek alî nêzî welat dibe. Ev jî tu carî çareseriyê li Sûriyeyê pêk nayne. Ev hişmendiyeke yek alî ye û divê tenê di nava xwe de yek alî bipejirîne. Ji ber vê yekê ew tenê di nava xwe de yek alî dixwazin.”

Xoce, destnîşan kir ku pergala ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatiye rûnişkandin, ji bo tevahiya Sûriyeyê jî mînake û wiha berdewam kir, “Li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hemû netew di nava hev de dijîn. Pergala hevserokatiyê, di heman demê de azadiya jinê ye. Ev pergal bi giştî ji bo civakeke azad pêkane."

Xoce, da xuyakirin ku heta niha tu misogeriyeke ku li Sûriyeyê aramî pêk were nîne. Xoce, diyar kir ku ji bo Sûriyeyeke demokratîk, divê her herêm rêveberiyeke xwe ya xweser bipejirîne û got ku divê avahiyeke nenavendî, pirreng û bi pêşengiya jinan were avakirin.