Nivîskar û siyasetmedar Alî Poyraz di operasyona li dijî Navenda Civaka Kurd a li London a paytexta Brîtanyayê de hatibû binçavkirin. Poyraz, ji bo şermezarkirina operasyonan, li navenda binçavkirinê dest bi greva birçîbûnê kir. Keça Alî Poyraz Dîjle Poyraz got, "Bêexlaqî ye ku polîs bi vî rengî me di medyayê de nîşan bidin. Dema behsa terorîstan dikin DAÎŞ tê bîra me. Li dijî DAÎŞ’ê bavê min jî di nav de gelê me têkoşîn meşand.”
Alî Poyraz ku piraniya emrê xwe ji bo têkoşîna siyasî ya Kurd ked da, 3 roj in di greva birçîbûnê û lêpirsînê de ye. Dagirkerî û lêgerîna polîsan a li mala wî hê jî dewam dike. Parêzeran, diyar kirin ku moralê Poyraz gelek baş e.
Di vê navberê de lêgerînên li malên binçavkiriyên din piştî 3 rojan bi dawî bûn. Di dema lêgerîna polîsan de 3 rojan destûra ketina malbatan ya ji bo malê hat astengkirin. Hat hînbûn ku li malên ku ji aliyê polîsan ve hatine terkkirin derî hatine şikandin.
Bi rengekî kêfî destûr nayê dayîn ku Alî Poyraz bi telefonê li gel malbata xwe biaxive. Her çend polîsan, diyar kiribin ku ew ê destûrê bidin hevdîtinê, lê malbatê diyar kir ku heta niha wan ti têkilî nekirine danin. Parêzerên Poyraz, diyar kirin ku eger ev rewş dirêj bike, ji bo li dijî polîsan bikevin nava hewldana hiqûqî de, wê giliyê sûc bikin.
‘BI POLÎSÊN TIRK RE HATIN MAL Û TUNDÎ PÊK ANÎN’
Di şeva 27'ê Mijdarê de nivîskarê Kurd Alî Poyraz piştî ku deriyên mala wî bi balyozan hatin şikandin, hat binçavkirin. Di vê navberê de kurê wî Rûbar ê 15 salî ji aliyê 3 polîsan ve li erdê hat dirêjkirin hewl hat dayîn ku bê kelepçekirin. Xwişka wî Dijle Poyraz, diyar kir ku tundiya polîsan bû sedem ku Rûbarê zarok travmaya derûnî bijî. Xwendekara sala duyemîn a Beşa Psîkolojiyê ya Zanîngeha Cabrîdgeyê Dijle Poyraz, diyar kir ku birayê wê Rûbar ji dema serdegirtinê ve travma dijî û got, "Her tim ji me dixwaze ku em derî kontrol bikin ka hatiye mifte kirin yan na. Wê tedawiya psîkolojîk bibîne. Birayê min li Brîtanyayê ji dayik bûye û mezin bûye. Ji ber malbatê van çîrokan dizane. Lê belê cara yekemîne rastî pêkanîneke hovane û tund hat. Sê polîsan xwe avêtin ser wî. Dema dayika min qîr kir û got 'ew zarok e' ew berdan. Tê gotin ku di nava polîsên hatine de polîsên Tirk jî hene."
Dijle Poyraz, da zanîn ku Rûbar du roje nikare biçe dibistanê û wiha got, "Nikarîbû çenteyê xwe yê dibistanê jî bigire. Nikarîbû biçe dibistanê. Ji ber ku unîformaya wî tinebû rêveberên dibistanê ew negirtin dersan. Tuniyek ewçend dijwar e ku nehiştin solê xwe jî, ji malê bigire."
Dijle Poyraz wiha domand, "Ez gelek bi hêrs im. Ez li zanîngehê dixwînim. Ya ku polîs û dewlet dike, dijmirovahiyê ye. Bêyî ku li derî bixin, yekser bi balyozan deriyan dişkînin. Em qebûl nakin ku bi vî rengî nêzî me bibin. Tundiya psîkolojîk bi kar tînin. Ne rewşeke asayî ye ku zarokek van bûyeran bibîne. Malbata min 20 sal in li vî welatî dijîn, qeyda wan a sûc nîne. Bavê min perçeyekî çopê jî naavêje erdê. Carna bi qasî nîv saetê li çopê digere. Di aliyê jiyanê de mirovek gelek hesas e.”
Dijle Poyraz, ji ber pênaseya operasyonê weke ‘terorê’ tê binavkirin jî nerazîbûn nîşan da û wiha domand, “Bavê min ne terorîst e. Bavê min nivîskarek e. Ji bo başiya Kurdan têdikoşe. Dixwaze li vî welatî Kurd bên naskirin. Bêexlaqî ye ku polîs bi vî rengî me di medyayê de nîşan bide. Bêexlaqî ye ku polîs bi vî rengî me di medyayê de nîşan bidin. Dema behsa terorîstan dikin DAÎŞ tê bîra me. Li dijî DAÎŞ’ê bavê min jî di nav de gelê me têkoşîn meşand. Em ji bo mafên mirovan têdikoşin."
‘DIVÊ EM HEMÛ RABIN SER PIYAN’
Dijle Poyraz got, “Divê hemû Kurd rabin ser piyan. Divê em zêdetir hevgirtina xwe xurt bikin. Divê em di vê mijarê de zêdetir têbikoşin, divê em li rex hev rawestin. Ev yek ji bo me hemûyan pêwîst e."
‘21 SAL DÎL HAT RAGIRTIN’
Alî Poyraz ê ku dest bi greva birçîbûnê kiriye, di serdema cuntaya faşîst a 12’ê Îlonê de bi hinceta ku endamê tevgera siyasî ya Kurd e hatibû girtin û bi cezayê îdamê hat darizandin. Poyraz piştî ku 21 sal û 4 mehan li girtîgehên cuda ma, di sala 2002'yan de hate berdan. Alî Poyraz di dema faşîzma 12'ê Îlonê de di girtîgehê de rastî êşkenceyên giran hat û piştre ji rojnivîsên ku 21 sal û 4 meh nivîsî, pirtûkek amade kir. Par pirtûka duyemîn a Poyraz a bi navê Ciwanê me 'Bizim Ciwan' ku li ser çîroka ciwanekî Kurd ê li Fransayê dijî û xwe gihandiye Kurdistanê, gihand ber destê xwendevanan.
Du xwişkên Alî Poyraz Rahşan û Handan û birayê wî Huseyîn Poyraz di têkoşîna azadiyê ya Kurd de şehîd bûn. Dayika bi navê Zeynep Poyraz dayikeke Kurd e ku şahidî ji salên destpêkê yên têkoşîna azadiyê ya Kurd re kir û şervaneke berxwedanê bû.