Di hevdîtinên Osloyê de çi qewimîn?

Hevdîtinên Osloyê yên ku ji ber ferzkirin û gavneavêtina dewleta Tirk bi dawî bûn, nîşan dide ku rantxurên şer ên ku wê demê pêvajo asteng dikirin, niha jî li ser kar in. Di rewşa nû de jî tişta cuda ew e ku Rêber Apo rastrerast di dewrê de ye.

HEVDÎTINÊN OSLOYÊ

 

Gelê Tirkiye û Kurdistanê bi hêviyeke mezin li benda peyama Rêber Apo ne. Piştî Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê 2 caran bi Rêber Apo re hevdîtin kirin, DEM Partiyê ragihand ku Rêber Apo ji rêveberiyên KCK û PKK’ê yên Ewropa û Qendîlê re name şandiye. Piştî seredana şandeyê ya ji bo Başûrê Kurdistanê her kesî dubare berê xwe da serlêdana ji bo Wezareta Edaletê û hevdîtîna ku dê bi Rêber Apo re were kirin.

Ji bilî van geşedanan, ferqa nêzikatiya di navbera AKP û MHP’ê de ya têkildarî vê pêvajoyê tê nîqaşkirin.  Beriya niha jî heman nêzikatî ji pêşketina pêvajoyên bi vî rengî re bibûn asteng û muzakereyên muhtemel sabote kiribûn.

Di pêvajoya ku ji aliyê raya giştî ve weke “hevdîtinên Osloyê” tê zanîn de jî dewleta Tirk tecrîda li ser Rêber Apo ranekir, sererastkirinên qanûnî nekir û bi ferzkirina çekberdanê bibû sedem ku pêvajo bi dawî bibe.

Baş e di hevdîtinên Osloyê de çi qewimîn?

Nivîskar û Rojnamevan Amed Dîcle geşedanên wê pêvajoyê weke pirtûkekê weşand û em jî girêdayî hin beşên pirtûka Dîcle li hevdîtinên Osloyê binêrin bê ka wê demê çi qewimîbûn?

AMADEKARIYAN DI MIJDARA 2007’AN DE LI BRUKSELÊ DEST PÊ KIRIN

Amadekariyên hevdîtinên Osloyê di 1’ê Mijdara 2007’an de li Brukselê bi civînekê dest pê kirin. Di civîna berbehs de heyeteke Norwecî navbeynkar bû ku di cîvînê de nûnertiya aliyê Kurd Sabrî Ok dikir û ya aliyê Tirk jî Musteşarê MIT’ê Emre Taner dikir. Civîn ji bo her du aliyan jî gelekî girîng bû. Lê belê pêvajo ji ber plana Enqereyê bi dawî bû ku Enqereyê hewl dida PKK’ê di warê leşkerî de lawaz bike û wisa dest bi muzakereyê bike.

YEKEM HEVDÎTINA OSLOYÊ DI 3-4’Ê ÎLONA 2008’AN DE HATE LIDARXISTIN

Saziyên navbeynkar ji bo dewamkirina hevdîtina hin pêngav avêtin. Di 21’ê Çileya 2008’an de li Cenevreyê li gel aliyê Kurdan civîneke nirxandinê hate lidarxistin. Di vê pêvajoyê de têkiliyên nerasterast ên di navbera PKK û Enqereyê de berdewam kirin. Lê belê ji bo ku di navbera her du aliyan de hevdîtinên rasterast pêk werin jî hewceyî bi pêngavên şênbertir hebû.

Di 3’yê Tîrmeha 2008’an de di civîneke li Cenevreyê de bingehek hate avakirin ku bi awayekî rasterast hevdîtin werin kirin. Pêvajo ji aliyê saziyên navbeynkar ên Norwec, Îngilîz û NY’ê ve hate birêvebirin. Her du aliyan li vir hevdîtinek pêk anî û qebûl kirin ku divê pêvajo berdewam bike. Piştî vê di 27’ê Tebaxa 2008’an de li Hewlêrê civîneke amadekariyê hate lidarxistin. Hate eşkerekirin bê ka dê li ser navê PKK’ê kî beşdarî hevdîtinên Osloyê bibin.

JI QENDÎLÊ JÎ BEŞDARBÛN ÇÊBÛ

Pêvajoya Osloyê di 3-4’ê Îlona 2008’an de bi awayekî fermî dest pê kir. Li ser navê PKK’ê Mûstafa Karasû, Sozdar Avesta û Zubeyir Aydar û li ser navê dewleta Tirk jî Alîkara Musteşarê MIT’ê Afet Guneş û şandeya wê beşdarî hevdîtinê bûn. Hebûn û nebûna saziyên navbeynkar a di hevdîtinê de bû krîza yekem. Aliyê Tirk nexwest aliyekî sêyemîn beşdarî hevdîtinê bibe. Lê belê aliyê Kurdan di vê mijarê de israr kir û saziyên navbeynkar jî di hevdîtinê de cih bigirin. Dawiyê biryar hate girtin ku saziyên navbeynkar di rûniştinên destpêk û dawiyê de beşdarî hevdîtinê bibin.

‘DIVÊ ABDULLAH OCALAN RASTERAST WEKE MUXATAB WERE GIRTIN’

Di civîna 4’ê Kanûna 2008’an a li Qendîlê de alî li ser tedbîrên bawerdêr sekinin. PKK’ê diyar kir ku ew ê agirbestê bidomîne. Lê belê dewleta Tirk xwest ku PKK çalakiyên xwe bi dawî bike û derkeve derveyî sînor. PKK’ê di tevahiya hevdîtinan de diyar kir ku divê Rêber Apo rasterast weke muxatab bê girtin.

Di Çileya 2009’an de li Brukselê ji aliyê saziyeke navbeynkar ve civînek hate lidarxistin. Aliyê Kurdan, daxwaza xwe ya xweseriya demokratîk bi berfirehî anîn ziman. Aliyê Tirkan jî xwest ku PKK pêvajoya çekberdanê bide destpêkirin. Lê belê di mijara pêşketina pêvajoyê de lihevkirinek çênebû.

HAKAN FÎDAN BI XWE TEVLÎ HEVDÎTINAN BÛ

Di hemû hevdîtinên sala 2009’an de zext li PKK’ê hate kirin ku agirbestê bidomîne. Lê belê PKK’ê diyar kir ku ew naxwaze gavên yekalî biavêje û xwest ku divê dewleta Tirk mafên siyasî yên Kurdan bi destûra bingehîn misoger bike.

Di sala 2010’an de Hakan Fîdan li ser navê MIT’ê beşdarî hevdîtinan bû û girîngiya pêvajoyê ya ji bo dewleta Tirk zêde bû. Di vê serdemê de ji bo ku hevdîtin zêdetir bi awayekî fermî werin kirin, hin pêşniyar hatin kirin. Lê belê di heman serdemê de geşedanên siyasî yên di nava Tirkiyeyê de bandoreke neyînî li hevdîtinên Osloyê kirin. Dewleta Tirk gav neavêtin û ferzkirinên xwe domand. PKK’ê jî ragihand ku ger daxwazên wan neyên bicihanîn ew ê pêvajoyê bidin sekinandin.

JI ALIYÊ DEWLETA TIRK VE TU GAV NEHATIN AVÊTIN

PKK’ê xwest ku tecrîda li ser Rêber Apo were rakirin û pêvajo bi awayekî fermî were meşandin. Dewleta Tirk jî ferzkirinên xwe yên têkildarî çekberdanê domand. Ji sala 2011’an û pê ve jî ji ber ku dewleta Tirk êrîşên xwe yên qirkirinê da berdewamkirin, pêvajo xitimî.

Di hevdîtinên dawîn de aliyê Kurdan ji bo biserketina pêvajoyê destnîşan kir ku divê li Tirkiyeyê sererastkirinên yasayî werin kirin. Lê belê ev daxwaz nehatin bicihanîn. Di hevdîtinên Osloyê yên dawîn de nîqaşên dijwar rû dan. Ji bo berdewamkirina pêvajoyê zemîneke hevpar nehate dîtin û bi vî awayî hevdîtinên Osloyê bi fiîlî bi dawî bûn. Piştî hevdîtina dawîn aliyê Kurdan ji bisernekitina pêvajoyê dewleta Tirk berpirsiyar dît.

DEWLETÊ BAWERÎ NEDA

Hevdîtinên Osloyê weke yekem pêvajoya muzakereya berfireh ya di navbera PKK’ê û dewleta Tirk de derbasî dîrokê bû. Lê belê ji ber nêzîkatiyên dewletê yên bêbawer û guherîna konjonktura siyasî lihevkirineke mayînde pêk nehat. Di dema pêvajoyê de her çend hin peyamên erênî hatin dayîn jî vê yekê encam neguhert.

DI SALA 2012’YAN DE ŞER Û PEVÇÛN DUBARE ZÊDE BÛN

Di sala 2012’yan de piştî bidawîbûna hevdîtinên Osloyê şer pevçûn dubare zêde bûn.  Piştre hate diyarkirin ku ferzkirina dewleta Tirk ya berdana çekan, nerakirina tecrîda li ser Rêber Apo, nekirina sererastkirinên yasayî û qanûna bingehîn weke sedemên sereke yên bidawîbûna hevdîtinên Osloyê ne. Lê belê bi saya van tecrûbeyên vê pêvajoyê di navbera salên 2013 û 2015’an de pêvajoya çareseriyê ya li Îmraliyê dest pê kir.