Serdana konê sersaxiyê ya gerîlaya YJA Starê kirin
Li navçeya Rezan a Amedê bi girseyî serdana konê sersaxiyê ya gerîlaya YJA Starê Yayla Kizilkaya (Nesrîn Bêrî) hate kirin.
Li navçeya Rezan a Amedê bi girseyî serdana konê sersaxiyê ya gerîlaya YJA Starê Yayla Kizilkaya (Nesrîn Bêrî) hate kirin.
Ji bo gerîlaya YJA Starê Yayla Kizilkaya (Nesrîn Bêrî) ku di êrîşa dewleta Tirk a dagirker a li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê de şehîd bû, li mala şînê ya Pîran a li navçeya Rezan a Amedê konê sersaxiyê hate danîn.
MEBYA DER, DBP, TJA, DEM Partî û Dayikên Aştiyê beşdarî serdanê bûn.
Hevserokên MEBYA DER’ê Semra Akkoç û Mehmet Emîn Kiliç sersaxî ji malbatê re xwestin.