Endamên Platfoorma Zimanê Kurdî ya Cenevreyê li pêşiya postaxaneya navendî ya bajêr li hev civiyan û nameyek hevpar ji UNESCO’yê re şandin.
Li ser navê Bakurê Kurdistanê ji Enstîtuya Kurd a Swîsreyê Fatma Şik, li ser navê Rojhilatê Kurdistanê ji Komeleya Kurdistaniyên Rojhilatî a Cenevreyê Baban Ailassî, li ser navê Rojavayê Kurdistanê ji Komeleya Çandê ya Kurd Azîz Kalo û li ser navê Rojhilatê Kurdistanê Giawdar Sofî di heyeta ku name şandin de cih girtin.
Fatma Şik îşaret bi girîngiya 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê kir û got saziyên ku ji çar parçeyên Kurdistanê hatin platformek hevpar ava kirin.
Şik wiha got: “Em Kurdên ku ji çar parçeyên Kurdistanê li hev civiyan, Platforma Zimanê Kurdî ya Cenevreyê ava kir. Me îro bi boneya 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê nameyek ji UNESCO’yê re şandin. Me di vê nameyê de daxwazên xwe yên li ser zimanê xwe yê dayikê anî ziman. Di heman demê de me daxwaz kir ku bi UNESCO’yê re rû bi rû hevdîtin bikin. Em dixwazin daxwazên xwe rasterast ragihînin. Em dixwazin vê platformê mezintir bikin û ji bo belavkirina Kurdî xebat bikin. Em Kurdistaniyên li diasporayê jiyan dikin, piştgiriya xwe ya ji bo hemû parçeyên Kurdistanê bidomînin.”
Baban Ailassî jî li ser navê heyetê daxuyanî da û bal kişand ser pirsgirêkên ku ji ber nestatubûna fermî ya zimanê Kurdî derdikevin. Ailassî diyar kir ku li Cenevreyê dibîstanên xwebexş ku bi Soranî û Kurmancî perwerdeyê didin hene û wiha got: “Em ji ber zextên li ser zimanê Kurdî rûbirûyê pirsgirêkên cidî dibin. Ji ber ku dewletek fermî ya Kurdan nîne, em di perwerdeya zimanê dayikê de rûbirûyê astengiyên mezin tên. Di nameya ku me pêşkêşî UNESCO’yê kir de daxwazên me yên girîng ên ji bo parastin û pêşxistina zimanê Kurdî hene. Em dixwazin UNESCO piştgirî bide van daxwazên me. Li Ewropayê diasporaya Kurd a mezin heye. Ji bo em zimanê dayikê fêrî zarokên xwe bikin çi ji destê me tê dikin. Em di vê mijarê de zêdetir piştgiriyê dixwazin.”
NAVEROKA NAMEYA KU JI UNESCO’YÊ RE HATE ŞANDIN
Di nameya ku ji aliyê Platforma Zimanê Kurdî ya Cenevreyê ve ji UNESCO’yê re hate şandin de, hat destnîşankirin ku zimanê Kurdî li çar parçeyên Kurdistanê di bin zextê de ye û hat diyarkirin ku mafê perwerdehiya zimanê Kurdî mafê bingehîn ê mirovahiyê ye. Di nameyê de xala 26’an a Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan hat bibîrxistin û hate diyarkirin ku her kes xwedî mafê perwerdehiyê ye. Îşaret pê hat kirin ku li herêmên cuda ên Kurdistanê polîtîkayên asîmîlasyonê tên pêkanîn û ev daxwaz ji UNESCO’yê hatin kirin:
Daxwazên Bingehîn:
1. UNESCO divê bi hikûmetên Îran û Sûriyeyê re kampanyaya hişyarbûnê bide destpêkirin. Di çarçoveya vê kampanyayê de divê were destnîşankirin ku perwerdehiya zimanê dayikê mafê bingehîn ê zarokan e û divê zimanzan, pispor û perwerdekar tevlî vê pêvajoyê bên kirin.
2. Divê ji bo avabûna mufredata dibîstanê ya Kurdî piştgirî were dayîn. UNESCO bi dabînkirina materyalên perwerdehiyê û perwerdekirina mamosteyan dikare tevkarî li vê pêvajoyê bike. Her wiha divê bi piştgirîdayîna li hewldanên herêmî yên Kurd, pirtûkên waneyên Kurdî bên çêkirin.
3. Li herêmên ku Kurdî tê axaftin, divê bernameyên perwerdekirina mamosteyan werin pêkanîn. Divê di navbera civaka Kurd û otorîteyên perwerdehiyê yê herêmî de hevkarî were kirin û ji bo perwerdeya Kurdî perwerdekarên wesfdar bên perwerdekirin.
4. UNESCO divê ji bo belavkirina perwerdehiya Kurdî bi saziyên perwerdeyê yên navneteweyî re hevkariyê bike. Bi pêşxistina projeyên hevpar bi navendên perwerde û zanîngehan re, wekî akademîk jî divê piştgirî ji bo Kurdî were dayîn.
5. Zimanê Kurdî divê li ser mufredarên dibîstanê yên li Tirkiye, Îran û Sûriye were zêdekirin. UNESCO divê teşwîq bike ku zimanê Kurdî di van welatan de li ser pergala perwerdehiyê bê zêdekirin.
6. Divê ji bo kontrolkirina pêkanîna mafên zimanê di perwerdehiyê de mekanîzmaya şopandinê were avakirin. Ji bo pêşîlêgirtina binpêkirinên mafan ên li Tirkiye, Îran û Sûriyeyê mekanîzmayekî kontrolkirinê ya serbixwe divê were pêşxistin.
7. Divê ji bo temînkirina perwerdehiya zimanê dayikê saziyên serbixwe werin avakirin. Ev sazî divê kar bikin ku hikûmet rêzê li berpirsyariyên xwe yên navneteweyî ên ji bo mafê mirovan û perwerdehiyê bigrin.
Platfoorma Zimanê Kurdî ya Cenevreyê di dawiya nameyê de diyar kir ku ew dawaz kirine ku bi rayedarên UNESCO’yê rû bi rû hevdîtin bikin û di vê mijarê de randevu bigrin.