Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê got, “Li dijî êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên ji hewayî û bejahî, hêzên me yên gerîla di çarçoveya parastina rewa de weke bersiv; roja 20’ê Sibatê li Zapê operasyoneke şoreşgerî pêk anî. Ev çalakî ji bo bîranîna şehîdên me yên dawî operasyoneke şoreşgerî ye ku bi ruhê fedayî yê Apoyî û serketineke bilind pêk hat.
Encamên vê operasyona şoreşgerî ji gelê Tirkiyeyê û raya giştî hatiye veşartin, artêşa Tirk mirî û birîndarên xwe eşkere nekiriye û veşartiye. Wezareta Parastinê ya Milî ya dewleta Tirk duh daxuyanî da; diyar kir ku tola leşkeran li erdê nemaye û 17 gerîla hatine şehîdxistin. Lê belê tiştekî wiha nîne. Ev rasterast dereweke li gelên Tirkiyeyê hatiye kirin.”
HPG’ê di daxuyaniya ev hûrgûlî eşkere kirin:
“Yekîneya Şehîd Axîn Mûş;
19’ê Sibatê di saet 08.55’an de bi amûrên hewayî li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Bahar hate xistin. Di encama vê çalakiyê de çeperek hate îmhakirin.
Li herêma Zapê;
20’ê Sibatê di saet 18.00’an de li dijî leşkerên Tirk ên dagirker ên li Qada Berxwedanê ya Kurojahro, ji 3 aliyan ve operasyon hate lidarxistin. Hêzên me bi rengekî pir serketî gihiştin çeperên dagirkeran. Mîna birûskê li çeperên dagirkeran hate xistin. Beşek ji dagirkeran çeperên xwe hiştin û reviyan, li dagirkerên ku bersiv dan jî hate xistin û hatin cezakirin. Hêzên me di nava wexteke ji 20 deqeyan kêmtir de, temamiya tepeyê ku dagirkeran xwe lê bi cih kiribûn fetih kirin. Hemû çeper û konên li gir ji mesafeyeke nêz bi bombeyên dest, çekên ferdî û nîv otomatîk hatin îmhakirin. Cepxaneya li gir, kamereyeke mobesse û sîstema teleferîk jî hate texrîbkirin. Her wiha 5 kon jî hatin şewitandin. Hêzên me ketin nav konên din û dest danîn ser çek û malzemeyên leşkerî. Hêzên me çûn ser cenazeyê 10 dagirkeran û cezakirina wan teqez kirin. Artêşa dagirker a Tirk da ku vê têkçûna xwe veşêre tenê navê leşkerê paramîlîter Mûstafa Ûslû da ku ji aliyê gerîla ve hatiye cezakirin. Lê belê di vê operasyona şoreşger û serkeftî de, fermandarê xwedî rutbe yê van dagirkeran jî tê de hat tespîtkirin ku 10 dagirker hatine cezadarkirin. Ji van dagirkerên ku hatine cezadarkirin navê sê kesan aşkere bûye ku ev Îlhan Koksoy, Huseyîn Ozdal û Eyup Oksuz e.
Dagirkerên ku hatine cezadarkirin û reviyan li dû xwe çekek BKC ya nîv-otomatîk, 4 çekên piyadeyan ên MPT-55, 1 çeka bombeyan, tifingek, dûrbîneka rojê, 2 dûrbînên şevê, dûrbîneka çekan, kamerayeke termal, dûrbîneke çeka MPT-55, têlsizeke destan, çavkaniyeke hêzê, 3 berguhk, nasname û kartên krediyê yên dagirkeran û qismek pereyê Tirk hiştin û hêzên me dest danîn ser wan.
Her wiha kamerayeke mobeseyê, çeka giran A4 û mewziya wê, çekek BKC ya nîv-otomatîk, çeka bombe avêtinê, sensorek, koneke şerî, kamelyayek, televîzyonek, 2 telefon, 5 kompîtur û 4 teleskopên dagirkeran jî hatin îmhakirin.
3 HEVRÊYÊN ME ŞEHÎD BÛN
Roja 21'ê Sibatê, dema komeke hevrêyên me li milê gundê Guherzê yê girêdayî Amediyeyê derbas dibû, bi wesaîtên sivîl pêşiya hevrêyên me hatiye girtin û bi xayîntî êrîşî wan hatiye kirin. Di encama vê yekê de 3 hevrêyên me gihiştine şehadetê. Nasnameya van kesên nemerd û tirsonek ji hêla me ve hîn bi temamî nehatiye tespîtkirin. Ji dîmenan tê dîtin ku cilên sivîl li xwe kirine û siwarî wesaîteke sivîl bûne. Lê hîn ne diyar e ku girêdayî kîjan hêzê ne. Dê hesaba vê xayîntiyê were pirsîn.
Ji niha û pê de hemû wesaîtên ji Dêraluk–Amediyeyê derbas dibin lê belê bêyî ala Başûrê Kurdistanê bin dê wek dijmin bên hesibandin û bibin hedefa me.
Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê;
Di 1, 2 û 3'yê Sibatê de, kamerayên mobeseyê yên termal ku dijminî li Qada Berxwedanê ya Girê Baharê danîbûn bi taktîka suîkastê hatin hedefgirtin. Di encama vê çalakiyê de 3 kamerayên mobeseyê yên termal hatin îmhakirin.
6'ê Sibatê dagirkerekî ku xwest li Qada Berxwedanê ya Girê Baharê kamerayên mobeseyê yên termal ku hatibûn îmhakirin biguherîne bi taktîka suîkastê hat cezakirin.
20'ê Sibatê di sate 11:54 û 16:25'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyeyê dagirker bi çekên giran hatin hedefgirtin. Di encama van çalakiyan de du mewziyan zirar dît.
Êrîşên ku artêşa dagirker a Tirk bi teqemeniyên qedexe pêk anîne;
18'ê Sibatê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî carekê bi teqemeniyên qedexe hat bombekirin.
Êrîşên ku artêşa dagirker a Tirk pêk anîne;
Di navbera 16-22 Sibatê de li herêma Xakurkê qadên berxwedanê Lolan, Kendekola, Berê Zînê û Goşînê 10 caran, li Qendîlê qada Enzê carekê, li herêma Garê qadên Yekmalê, Girê, Dêreşê, Mam Nêçîr, Girê Zengil, Girê Kun, Zêvkê, Heftebaxê 11 caran, li herêma Metînayê qadên berxwedanê Bêşîlî, Serê Metîna, Şêlazê 6 caran, li qada Berxwedanê ya Girê Bahar a Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê 4 caran, bi tevahî 32 caran bi balafirên şer hatin bombebarankirin."