Dewleta Tirk Leyla Guven, Elmanyayê jî Tûzak girtin

Aktîvîstê Kurd Mûstafa Tûzak ji aliyê Dadgeha Eyaletê ya Bilind a Munchenê ve hate girtin. Tûzak ji bo bidawîkirina tecrîda li Îmraliyê ketibû greva birçîbûnê.

Aktîvîstê Kurd Mûstafa Tûzak ku li Elmanyayê di statuya penaberiyê de dimîne, bi hinceta xala 129b a Qanûna Ceza ya Elman bi biryara Dadgeha Eyaletê ya Bilind a Munchenê hate girtin. Piştî biryara 16'ê Kanûna 2020'î ya dadgerê, Tûzak hate girtin û ew şandin girtîgehê.

Di encama lêpirsîna Dozgeriya Munchenê de ku bi lêpirsînên xwe yên dijî aktîvîstên Kurd û Elman tê naskirin, hate îdîakirin ku Mûstafa Tûzak di navbera salên Hezîrana 2019 û Gulana 2020'î de berpirsyarê "Herêma Ûlmê ya PKK'ê" û "Herêma Munchen/Bavyera Başûr" bû.

TEVLÎBÛNA LI ÇALAKIYAN WEKE SÛC HATE DÎTIN

Dozgeriyê ev îdîayên xwe spart şopandina teknîkî ya polîsên eyaletên Bavyera û Baden-Wurttembergê û tevlîbûna li xwepêşandanên Dortmûnd, Dûîsbûrg û gelek bajarên din ên li dijî êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmên Kurdan weke 'sûc' nîşan da.

Her wiha tevlîbûna Mûstafa Tûzak li çalakiyên piştevaniyê yên li dijî mehkûmkirina aktîvîstên TKP-ML li Munchenê û serdana wî yıa li girtiyên Kurd ên li Girtîgeha Stammheîmê weke sûc hatin nîşandan.

Dozgeriyê her wiha serdanên sersaxiyê û hevdîtina li ser emlaqê ya bi Kurdekî re weke sûc nîşan da û Tûzak bi vî rengî sûcdar kir.

YEK JI BERXWEDÊRÊN GREVA BIRÇÎBÛNÊ BÛ

Mûstafa Tûzak ji bo bidawîkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tevlî greva birçîbûnê bûbû ku dawiya sala 2018'an bi pêşengiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven dest pê kiribû û heta Gulana 2019'an dewam kiribû.

Tûzak li paytexta Elmanya Berlînê tevî 4 aktîvîstên Kurd 134 rojan di greva birçîbûnê de mabû û di 26'ê Gulana 2019'an de bi banga Ocalan a bi rêya parêzeran dawî li çalakiya xwe anî bû. Tûzak ku kîloyê wî daketibû 44'an di kezeba wî de kîst çêbûbû û demekê li nexweşxaneyê hatibû tedawîkirin.