Ciwanên Berlînê ji bo Abdullah Ocalan li qadan bûn
Li paytexta Elmanya Berlînê çalakvanên TCŞ û TekoJin bi armanca protestokirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê pêkanîn çalakî kir.
Li paytexta Elmanya Berlînê çalakvanên TCŞ û TekoJin bi armanca protestokirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê pêkanîn çalakî kir.
Ciwan li Leopoldplatz kom bûn û çalakiyên xwe yên ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan didomînin.
Ciwanan gotin, “Em jiyana bê Rêber Apo qebûl nakin, emê çalakiyên bê navber bidomînin. Heya ku em agahiyekê ji Rêberê xwe negirîn Emê her roj li cihekê bin.”
Di çalakiyê de tim dirûşmeyên "Be Serok jiyan nabe”, “Bijî Serok Apo”, “Eslebe Öcalan” û “Bi hevre serhildan" hatin berzkirin.