Cîhadîstê Tirk li xwe mikûr hat: Ji bo tola pêximber min kir!

Cîhadîstê Tirk ê li Swîsreyê welatiyeke Portekîzî qetil kir, qebûl kir ku bûyer çalakiyeke terorî ye û got: “Ji bo tolhilîna pêximber min kir.”

Şemiya borî li bajarê Morges a Kantona Vaûd a Swîsreyê komeke ku ji kebaciyê derdiketin bi kêran êrîş kir, welatiyê Portekîzî yê 29 salî qetil kir, cîhadiyê bi eslê xwe Tirk ê 26 salî ku hemwelatiyê Swîsre-Tirkiyeyê ye qebûl kir ku bûyer çalakiyeke terorê ye.

Bersûcê ku di encama operasyona polîsan de hate destgîrkirin, dosyaya wî radestî Dozgeriya Federal kir ku bê bûyer êrîşeke terorê ye an ne, dest bi lêkolînê kirin.

Dozgeriya Federal îro daxuyaniyek da û ragihand ku bûyer êrîşekî ya terorî ye. Di daxuyaniyê de hate gotin ku bersûc hemwelatiyê Swîsre-Tirkiyeyê ye û 26 salî ye. Hate ragihandin ku ji sala 2017’an ve ji aliyê Rêxistina Îstixbaratî ya Swîsre ku têkiliya wî bi komên cîhadî yên redîkal ve heye û ji ber nêzîkatiyên wî yên tehdîdî dişopandin.

Dozgeriyê destnîşan kir ku di sala 2019’an de ji ber şewitandina ofîseke petrolê ya li Kantona Vaûdê Nîsana 2019’an hate girtin û bi hinceta derûnî Tîrmeha 2020’ê hatiye berdan.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku biryara veşariyê li ser dosyaya bersûc hatiye danîn, ragihand ku ji bo bi temamî êrîş bê lêkolînkirin û zelalkirin wê lêpirsîn bê berfirehkirin û bidome.

Polîsê Kantona Vaûdê ê li ser êrîşê daxuyanî da, diyar kir ku navê bersûc Omer A. ye, diyar kir ku dema hate destgîrkirin li ser cîhadîstî kêra ku bûyer bê kirî û nusqeyên Quranê li ser hebûn. Cîhadîst Omer A. dema destgîrkirî got: “Ji bo tolhilîna gelê xwe û pêximber min ev kir.”

Li aliyê din cîhadîst Omer A. çûye camîyeta girêdayî Wexfa Diyanetê ya Tirk a li Kantona Vaûdê û hate îdîakirin ku li vê derê redîkal bûye.