Êrîşên li ser Rojava li Marsîlyayê hatin şermezarkirin

Êrîşên dewleta Tirk ên li ser Minbin û Eyn Îsayê li Marsîlya ya Fransayê ji hêla ciwanên Kurd ve hate şermezarkirin.

Van heftiyên dawî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Minbiç û Eyn Îsa yên Bakur-Rojhilatê Sûriyê û Rojava zêde bûne ,li dijî van êrîşên dagirkeriya Tirk TCŞ'ê li Marsîlyayê çalakî kirin.

Ciwanan li meydana Belle de Maîyê roja înê saet 20.00'an çalakî kirin. Ciwanan pankareteke bi nivîsa, ''Artêşa Tirk li Rojava sivîl bi çekên kimyewî kuştin'' vekirin û her wiha wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alayên PKK'ê hildan.

Ciwanên ku di destê wan de alayên TCŞ'ê hebûn, bi dirûşmeyan gotin,''Bijî berxwedana YPG'ê'' û ''Bê Serok jiyan nabe.''

Dema çalakiyê ciwnan daxuyanî dan, diyarkirin êrîşên dagirkeriya qirker ên Tirk ên li ser Rojava nayê qebûlkirin û ew ê li her deverê li ber xwe bidin.