Li Bellinzonayê li dijî Komploya 9’ê Cotmehê meş û mitîng hat lidarxistin

Li Bellinzonayê bi meş û mitîngekî pergala qirkirina Îmraliyê hate eşkerekirin û banga tevlîbûna meşa girseyî hat kirin ku wê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Kolnê bê lidarxistin.

Li bajarê Bellinzona ya Swîsreyê ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ), Jinên Ciwan ên Têkoşer (TekoJIN) û Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Ticino ve bi boneya salvegera pêngava “Azadî ji Abdullah Ocalan re, Çareseriya Siyasî ji Pirsgirêka Kurd re” û Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê meş û mitîng hate lidarxistin. 

Meş li pêşiya Peykera Azadiyê ya Bellinzona destpê kir û bi tilîlî û dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok Jiyan Nabe” heta parka Via Dogana dewam kir. 

Di çalakiyê de pankarta “Liberta Per Ocalan Soluzione Per La Questione Curda” (Azadî ji Ocalan re, Çareserî ji Pirsgirêka Kurd re) û alên PKK, KCK û YPG’ê hatin vekirin. 

Li parka Via Dogana têkildarî tecrîda mutleq a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi zimanê Îtalî agahdarkirin hat krin. 

Nûnerên tevgerên sosyalîst ên çep jî piştgirî dan çalakiyê. Ciwanan di çalakiyê de soz dan ku ew  ê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyên xwe bidomînin û çalakî bi dirûşme û çepikan bi dawî bû. 

Di çalakiyê de banga tevlîbûna mitînga mezin ku wê 16’ê Mijdarê li Kolnê bê lidarxistin hate kirin.