Li Meksîka 122 kîsoyên deryayê mirî hatin dîtin

Li plajên başûrê Meksîkayê piranî jê ji celebên ku nifşê wan li ber mirinê ye, 122 kîsoyê deryayê mirî hatin dîtin.

Rayedaran gotin ev kîso li eyaleta Chîapas, li plajên Puerto Arîsta hatin dîtin.

Sedema mirina wan nayê zanîn lê hate gotin li ser wan şopa derban heye. Wezareta Hawîrdorê got ji ber sedema rizîbûnê nekarîna ku otopsiyê li ser wan bikin.

Hate ragihandin ji 122 kîsoyên ku mirî hatine dîtin 111 ji wan ji celebe Golfîna ne ku nifşê wan li ber nemanê ye.

Rayedaran li dijî girtina kîsoyên li plajên Chîapas xebatên xwe zêde kirin.

Li Meksîkayê ji 1980’yî ve girtina kîsoyên deryayê qedexe ye lê bazirganiya der yasayî ya girtina hêkên kîsoyan didome. Hêk yek ji xwarina kevneşopî ya gelê xwecih ê başûrê welêt e. Ên ku bazirganiya kîsoyên deryayê dikin, 9 sal ceza li wan tê birîn.